Hemû jinên di ser temenê 20’î de di bin rîska pençeşêra memikan de ne

  • 09:02 18 Sibat 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pispora Cerahiya Giştî Doç Dr. Ebru Ayvazoglu Soy da zanîn ku li Tirkiyeyê pençeşêra memikan heta temenê 40’î ketiye û hemû jinên di ser temenê 20’î de di bin rîska pençeşêra memikan de ye. 
 
Li cîhanê salê mîlyonek teşhîsa nexweşiya pençeşêra memikan tê kirin. Ji van 400 hezar ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin. Teşhîsa zû jiyanê xilas dike. Pispora Cerahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bayindir Kavaklideren û nexweşxaneya Bayindir Sogutozu Doç Dr. Ebru Ayvazoglu Soy der barê pençeşêra memikan û dermankirinê de agahî da.
 
Ebruyê daxuyakirin ku pençeşêra memikan yek ji cureyên herî zêde tê dîtinê ye û wiha got: “Bi taybet di ser temenê 50-60’î de zêde tê dîtin. Lê li Tirkiyeyê heta temenê 40'î ketiye û her jina di ser temenê 20’î de di bin rîskê de ye.”
 
Menepoza dereng rîskê zêde dike
 
Ebruyê wiha daxuyand: “Di malbatê de çîroka pençeşêra memikan rîskê zêde dike. Di malbatê de hebûna pençeşêra malzarokê, dermankirina işinê ya di herêma memikan de, regla zû, dereng ketina menopozê rîska pençeşêra memikan zêde dike. Yek ji faktora herî zêde bi bandor hormona jintiyê ya em dibêjin ostrojen e. Belavbûna ostrojen û progestanê, dem bi dem dibe sedema bilindbûna van hormonan û kêmbûna ostrojen û progestanê. Ev jî rîskê zêde dike. Derengketina menepozê jî rîska pençeşêrê zêde dike. Li gorî lêkolînên hatine kirin jinên beriya temenê 12’yî regl dîtibin li gorî jinên din zêdetir di bin rîskê de ne.”
 
Ebruyê daxuyakirin ku ger demek dirêj dermanên hormonan bên bikaranîn jî ev jî rîska pençeşêrê zêde dike û got: “Yek ji faktorên girîng çîroka kes e. Ger ku berê lezyon hatibin dîtin ev rîskê zêde dike. Jin ku hîs dikin kîtle di pêsîrê de heye diçin doktor. Her kîtle ne kîtleya pençeşêrê ye. Ev mijare cidî ye. Divê demildest mirov serî li doktorekî bidin.”
 
Teşhîsa zû girîng e
 
Ebruyê wiha vegot: “Ji bo dermanikrina pençeşêra memikan bi bandor be teşhîsa zû gelek girîng e. Piştî 40 salî divê hemû jin bi rêk û pêk kontolên xwe bikin. Divê her sal mamografi dikin. Ger mamografi û utlrason têr neke divê MR ya pêsîrê bê kirin. Piştî temenê 20’î divê jin biçin kontrolê.”
 
Ebruyê di dawiya axaftina xwe de behsa rêbazên dermankirina pençeşêra memikan kir û got:”Divê onkologê medikal û pisporên cerahiya giştî biryara rêbaza dermankirina pençeşêra memikê bidin. Di cerahiya pençeşêra memikan de rêbaza ‘mastektomî’ tê bikaranîn. Di mastektomiyê de çerm, tumura  memikê bi amelyatê tê girtin. Di roja îro de rêbaza cerahiya parastina memikê tê tercîhkirin. Ev jî di çarçoveya prensîbên cerahî û onkolojik de tê kirin.”