Jinên Şengalê: Em ê piştevaniya rojnamevanan bikin

  • 09:11 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ŞENGAL - Bertekên li hemberî serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber Tv didomin. Jinên Şengalê, diyar kirin ku ji bo veşartina qirêjiyên xwe êrişê ragihandinê dikin û gotin dê her piştevaniya rojnamevanan bikin. 
 
Studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV, di şeva duşemê de bûn hedefa serdegirtina Polîsên Federal ên Belçîkayê. Beyî ku agahî bidin parêzer û rayedarên televîzyonê, derengiya şevê dema ku tu kes li avahiyê nebûn, deriyên ofîsan hatin şikandin û ketine hundir. Kompûter, amûr û materyalên çapemeniyê hatin texrîbkirin. 
 
Êrişa ku derhiqûqî ya ku li navenda Ewropayê hate kirin li gelek cihê hat şermezarkirin. Endama Meclîsa Giştî ya Xanesorê ya Şengalê Edûl Elî û Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemo Remo ji ajansa me re axivîn. 
 
'Dixwazin qirêjiya xwe veşêrin
 
Şemo Remo, di axaftina xwe de behsa hevdîtina li Bexda, Enqere û Hewlêrê kir û got: “Piştî hatina Erdogan a li Bexdayê êrişê li rojnamevanên me, Sterk TV û Medya Haberê kirin. Armanc dikin ku rojnamevanan bêdeng bikin. Dixwazin qirêjiya wan dernekevin holê. Cîhan qirêjiya heyî nebîne. Qirêjiya heyî veşare. Lê belê çi dike bila bike nikare veşere."
 
'Em ê piştevaniya rojnamevanan bikin'
 
Şemo, di axaftina xwe de wiha behsa girîngiya mezinkirina piştevaniyê kir: "Em bang li gelê xwe, dilxwaz û mirovên xwe dikin ku li dijî êrişên li hemberî ragihandinê bêdeng nemînin. Divê bizanin ku Erdogan siyaseteke çawa qirêj li ser gelan dimeşîne. Divê em piştevaniya xwe mezin bikin û êrişan qebûl nekin. Pewîste em piştevaniya rojnamevanên xwe bikin. Piştevaniya zarokên xwe bikin.”
 
'Ewropa di nav qirêjiya Erdogan de cih digire' 
 
Şemo, wiha behsa helwesta Ewropayê kir: "Di wan êrişên ku li hemberî rojnamevanên me tên kirin de Ewropa jî heye. Dewletên navneteweyî di nav de ne. Bi taybetî jî dewletên ku ji xwe re dibêjin ez hiqûqê diparêzim, mafê mirovan diparêzim di nav qirêjiya Erdogan de cih digirin. Piştgiriya Erdogan dikin. Ez carek din bang li gelê xwe dikim ku li dijî vê yekê bertek nîşan bidin, piştevaniya xwe xurt bikin û yekitiya xwe avabikin." 
 
'Ewropa piştevaniya êrişkaran dike'
 
Endama Meclîsa Giştî ya Xanesorê Edûl Elî jî di destpêka axaftina xwe de serdegirtina studyoyen Stêrk TV û Medya Haber TV şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Erdogan hat Bexdayê û bi hikûmeta navendî û Barzanî re hevdîtin pêk anî. Ji bo tifaqê. Lê divê em heta dawiyê nehêlin ku ew tifaqa wan pêk bê. Em ê bersiva wan bidin. Ew nikarin vîna me ya xelkê Şengalê bişkînin. Niha êrişê ragihandinê dikin. Lê em ê li dijî êrişan li ser piyên xwe bikesînin. Hikûmetên Ewropayê piştevaniya êrişkaran dike. Lê divê bê zanîn li ku dibe bila bibe em ê her tim bersivê bidin êrişan. Li Şengalê em ê bersivê bidin êrişkaran. Ne Erdogan, ne jî hikûmeta navendî dê li Şengalê bi ser keve. Em zarokên Şengalê ne."
 
'Berxwedana me dê bidome'
 
Edûl, da zanîn ku dixwazin ragihandinê asteng bikin û got: "Dixwazin ragihandinê asteng bikin û rastî dernekevin holê. Lê li Rojava, Ewropa û Kurdistanê ragihandin heye. Nikarin ragihandinê asteng bikin. Em ê rabin ser xwe û bi dengek mezin berxwedana xwe bidomînin."