Di çalakiya li Cenevreyê de banga ‘berxwedana topyekun’

  • 18:51 24 Nîsan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Di çalakiya li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî de  zext û êrîşên li dijî saziyên Kurd hat şermezarkirin.
 
Çalakiya ji bo pêkanîna azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve her roj Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, berdewam e. Çalakvanan êrîşên nû yên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser studyoyên Sterk TV, Medya Haber TV û komeleyên Kurd ên li Belçîka û Fransayê protesto kirin.
 
Li ser navê girseyê Endamê Komîteya Çalakiyê Riza Çetînkaya axivî. Riza balkişand ser girîngiya çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tên kirin, kir. Riza serdana Serokkmarê Tirk Erdogan a ji bo Başûrê Kurdistanê,  serdegirtinên li ser Medya Haber û Sterk TV û li Tirkiyeyê binçavkirina rojnamevanan nirxand. Riza diyar kir ku hemû êrîş bi hev re girêdayî ne û destnîşan kir ku ew ê li dijî vê berxwedaneke topyekûn bidin.
 
Piştre nûnerê Partiya Şoreşger a Komunîst (Parti Communiste Rèvolutionnaire-PCR) Manon Crettenand, daxuyaniya bi Fransî xwend.
 
Manon Crettenand wiha got: “Ji xeynî zextên Tirkiyeyê ya li ser gelê Kurd, welatên Ewropa  yên weke Fransa, Belçîka û Elmanya jî mafên bingehîn ên gelê Kurd binpê dike. Ev polîtîka dişibin hev. Em dibînin bi operasyona nû ya îmhayê ku desthilatdariya Tirk ji bo bi temamî tunekirina Kurdan daye destpêkirin, êrîşên li dijî parêzvanên mafan ên legal û demokratîk jî zêde bûne. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê hiqûqa şer û mafên mirovan tune dihesibîne. Erdnîgariya Kurdistanê, gund û qadên sivîlan bombe dike û pê re êrîşên li dijî saziyên Kurdan jî zêde dibin. Divê rêxistinên mafên mirovan û demokratîk li dijî dewletên Fransa û Belçîkayê ku xwe wek welatên demokratîk nîşan dikin, bertek bigirin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştînê dewam kir.