'Dixwazin dengê rastiyê qut bikin'

  • 09:05 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Nûçegihana Ronahî TV Sozdar Weqas, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî Çapemeniya Azad a Kurd û diyar kir ku dixwazin dengê gel qut bikin û heqiqetê veşêrin. 
 
Studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV, bûn hedefa serdegirtina Polîsên Federal ên Belçîkayê. Beyî ku agahî bidin parêzer û rayedarên televîzyonê, derengiya şevê dema ku tu kes li avahiyê nebûn, deriyên ofîsan hatin şikandin û ketine hundir. Kompûter, amûr û materyalên çapemeniyê hatin texrîbkirin. 
 
Êrişa ku pêk hatî gelek cihê hat şermezarkirin. Nûçegihana Ronahî TV a bajarê Helebê Sozdar Weqas ji ajansa me re axivî. 
 
Sozdar, nerazîbûna xwe li ber hemberî van hovîtiyan nîşan da û got: "22'yê Nîsanê roja rojnamegeriya kurdî ye. Her wiha ev roj ji bo me rojek pir pîroz û girîng e. Em vê rojê li tevahî pakrewanên ku di riya heqîqetê de kar û xebat kirin û heya nefesa dawî têkoşîn kirin pîroz dikin. Duh jî di eynî rojê ku em weke çapemeniya azad roja rojnemegeriya kurdî pîroz dikin êrişek ji aliyê polîsên Belçîkayê ve bi ser navendên me yê Stêrk TV û Medya Haber TV de anîn. Teknîk û amûrên rojnemevana xerab kirin ev yek jî hemû di nûçeyên ku ji dane sibê de me dît. Em vê êrişan bi tundî şermezar dikin."
 
'Her êriş pêk tên'
 
Sozdar, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser binçavkirina rojnamegerên bakurê Kurdistanê: "Li gel êrişên ku duh pêk hatî li Bakur jî rojnameger hatin binçavkirin. Ev yek polîtîk e. Rojnamevanên me ne ku ew bi riya hevpeyvîn, nûçe, dosya û xebatên xwe yên cur bi cur rûyê rastiyê derdixin pêş. Ji bo vê yekî jî îro ev êriş pêk hat."
 
'Dixwazin dengê gel qut bikin'
 
Sozdar, wiha behsa helwesta PDK'ê kir: "Dewleta Tirk a dagirker bi taybet piştî ku serdana Bexdayê kir carek din bi teknîka xwe ya giran êrişî çiyayên Kurdistanê kir. Her wiha Barzanî ji bo ku serokkomara Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan pêşwaz bike keleha Hewlêrê bi şêwe û rengê ala Komara Tirkiyeyê dixemilîne. Ev jî yekser daxwaza qirkirina çandî jî dike. Ji ber ku ew dever ya Gelê Kurd e. Bi salan li wir berxwedan hatin kirin ev hemî jî didin diyar kirin ku  xeta îxanetê îro li pêş e. Ew jî ji bo ku van kiryarên xwe û qirêjiya xwe li ber hemberî raya giştî veşêrin dest davêjin televîzyon û xebatkarên çapemeniya azad. Ev jî ne cara yekem ku Stêrk TV rastî êrişan tên di encamê de dixwazin dengê rastiyê qut bikin rojnamegeriya kurdî bigrin û dengê gel ji holê rakin. Ji ber ku çapemeniya me dengê gel bi xwe ye."
 
'Serkeftin ya me ye'
 
Sozdar, da zanîn ku bi giştî li çar parçayên Kurdistanê rojnemevan dibin hedef û wiha bi lêv kir: "Yek jê jî edîtorê ajansa ROJNEWS'ê Silêman Ehmed ev dibe 184 roj in ku ji aliyê PDK`ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin. Ev yek eşkereye ku Dewleta Tirk û PDK`ê tirsa wan ji pênûs û kemereya me heye. Hewldana dewleta Tirk ji bo qirkirina dengê rastiyê her berdewam e. Em jî ji taxa xwe banga tevahî rojnemevanan dikin ku xebata xwe di riya eşkerekirina heqîqetê bidin. Bila gelê me jî li pey raghandina xwe be. Ji ber wê serkeftin her dem para me be."