Dayikên Şemiyê: Em edaletê dixwazin

  • 13:28 4 Gulan 2024
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ên 32 sal berê hatin binçavkirin û windakirin û tevî îtirafên Ayhan Çarkin jî der barê wan de tu agahî nehat dayîn, pirsîn û gotin ku ew ê dev jê bernedin. 
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 997’an de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hatin gel hev. Li gel Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek kes tevli çalakiyê bûn. Çalakvanan wêneyên windakiriyan hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Soner Gul hat pirsîn. Metna daxuyaniyê ji hêla Masîde Ocak ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
Husamettin Yaman 2'yê Gulana 1992'yan roja şemiyê ji malê derket. Di 4'ê Gulanê roja duşemê de kesek ji telefona birayê wî Feyyaz Yaman geriya û got: 'Husemettîn ligel Soner Gul li Findikzadeyê hatin binçavkirin. Em ji jiyana wan ditirsin. Zûtir serî li emniyetê bidin', Malbatên Yaman û Gul destpêkê serî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û piştre serî li hemû saziyên pêwendîdar ên dewletê dan. Komeleya Mafên Mirovan û Amnesty însiyatîf girtin. Lê belê nehat qebûlkirin ku Husamettîn û Soner hatin binçavkirin. Hewldanên xwe berdewam kirin, Malbata Yaman 2 sal di bin çavdêriya polîsan de ma. Di 19'ê Kanûna 2011'an de îfadeyên polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkin ên der barê înfaz û windayan de hatin weşandin. Ayhan Çarkin di îfadeyên xwe de diyar kir ku piştî binçavkirina Husamettîn Yaman û Soner Gul, li qada daristanê lêpirsîn li wan kirine û piştre înfaz kirine. Piştî van îfadeyan Malbata Yaman dîsa serlêdana sûc kir û xwest dosya ji nû ve bê vekirin. Tevî îfadeyên Ayhan Çarkin jî di dosyayê de tu pêşketin çênebû. Ev rewş nîşan dide ku daraz ne serbixwe û bêalî ye û ji bandorên siyasî re vekirî ye."
 
Masîde destnîşan kir ku di hefteya 997'an de bang li rayedarên edlî dikin û got: "Daxuyaniyên ku em her hefte li Galatasarayê didin, serlêdana sûc e. Em daxwaz dikin ku der barê Husamettîn Yaman û Soner Gul ên di girtîgehê de hatin windakirin de lêpirsîneke adil û bi bandor bê vekirin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya Husamettîn Yaman, Soner Gul û hemû windahiyên me bernedin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
Daxuyanî bi danîna qurnefîlan a li Qada Galatasarayê ya di bin dorpêçê de bû bi dawî bû.