'Li dijî tecrîd û şer em ê di 1'ê Gulanê de li qadan bin'

  • 13:51 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - HDK, TJA, GOÇÎZDER û Komeleya Dema Jinan di civîna çapemeniyê ya 1'ê Gulanê de wiha gotin:"Em ê li dijî tecrîd, şer, xizanî û newekheviyê dengê xwe, gotina xwe bilind bikin û rêxistinbûyina xwe mezin bikin. Ji bo em piştevaniya kedê û serhildana li dijî şer û hilweşandinê mezin bikin em ê di 1'ê Gulanê de li qadan bin."
 
Kongreya Civaka Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Dema Jinan, Komeleya Şopdariyê ya Koçberiyê (GOÇÎZDER) têkildarî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li avahiya Navenda Giştî ya HDK'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek rêxistinên jinan tevli civînê bûn. Li eywna civînê pankartên bi kurdî û tirkî ”Yekê Gulanê bi jin jîyan azadîyê bi Taksîmê “, ”Jin jiyan azadî’”  û  “Di 11'ê Gulşanê de ber bi Taksimê ve ” hatin daliqandain. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr axivî û got ku dê 1’ê Gulana îsal bi coş û biryardariyeke mezin pêşwazî bikin. Esengul, diyar kir ku sermaye herî zêde xwe li ser keda jinê mezin dike û wiha got: “Îktîdara Tirkiyeyê ku daraz jî daye gel xwe, li ser bedenan jinan, li ser azadiya jinê qadê li jinan teng dike û kedxwariya xwe li ser keda jinê mezin dike. Ji bo keda me hêj bêhtir neyê xwarin û ji bo mezinkirina têkoşîna yekbûyî ez hemû jinan vedixwînim qadên 1’ê Gulanê.” 
 
Banga tevlibûna jinan hat kirin
 
Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan jî got ku dê bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê li qadan bin. Dîlek, kedxwariya li dijî jinê bi bîr xist û got ku dê di 1’ê Gulanê de li dijî hemû patronan li qadan bin. Dîlek, anî ziman ku dê li dijî kedxwariyê û newekheviya zayendan li qadan bin û banga tevlibûnê li jinan kir. 
 
Banga piştevaniya bi jinên penaber re 
 
Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal jî pirsgirêkên jinên penaber û koçber dijîn vegot, banga têkoşîna yekbûyî ya li dijî van pirsgirêkan û piştevaniya bi jinên penaber re kir. 
 
‘Em 1’ê Gulanê bi armanca azadkirina qad û kedê pêşwazî dikin’ 
 
Herî dawî jî aktîvîsta TJA’yê Xecê Başkale axivî û wiha got: “Li dijî sepanên qedexeker, em 1’ê Gulanê bi armanca azadkirina qad û kedê pêşwazî dikin. Tevî zextan û êrişan jî me di 8’ê Adarê û Newrozê de daxwaza xwe ya azadiyê qîriya. Em ê li qadên 1’ê Gulanê de jî ji bo ked, beden û nasnameya xwe, israra xwe ya di azadiyê de mezin bikin. 
 
'Em ê têbikoşin'
 
Ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya li dijî tecrîdê em ê li qadan têbikoşin. Em berxwedana Dayikên Aştiyê yên di Nobeta Edaletê de, Dayikên Şemiyê yên Qada Galatasarayê naterikînin, Emîne Şenyaşar a bi tena serê xwe li dijî bêedaletiyê têdikoşe silav dikin. Di heman demê de jinên li girtîgehan tevî her derhiqûqtiyan jî li ber xwe didin silav dikin. Heta ku wan derdixînin jî em ê têbikoşin. Bi vê sozê em ê li qadên 1’ê Gulanê bin.”