Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hat vekirin

  • 15:47 29 Nîsan 2024
  • Rojane
 
SEMSÛR - Li gundê Turuş ê Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate avakirin.  
 
Li gundê Turuş ê girêdayî navenda Semsûrê, Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate avakirin. Navend, ji hêla Komeleya Pêşvebirin û Piştevaniyê ya Gundê Turuşê ve hate vekirin. Armanca ji vekirina navendê ew e ku gelek jin û zarok bên perwerdekirin. 
 
Serokê komeleyê Salih Yildirim di vekirina komeleyê de got ku xebata wan 10 salan domiyaye û piştî kedekî mezin hatiye vekirin. Salîh, anî ziman ku dê zarok bikarin li vir dersên xwe bixebitin, pirtûkan bixwînin û xwe ji bo ezmûnan amade bikin. Her wiha got ku jin kengî bixwazin dê bikarin mekanên xwe vekin û ji bo pirsgirêkan çareseriyan pêş bixin. 
 
Piştî axaftinan jî navend hate vekirin.