Hesabeke Şaredariya Agiriyê hate bloqekirin

  • 19:09 29 Nîsan 2024
  • Rojane
AGIRÎ - Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras da zanîn ku Banka Îllerê hesabê wan ê ku 7 milyon TL tê de hebûn bloqe kiriye û makîneya kar a bipalet a ji hêla Îdareya Taybet a Bajar ve hatibû dayîn jî paşve hatiye standin.
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) bi ferqekî mezin Şaredariya Agiriyê bi dest xist. Hesabeke bankê ya şaredariyê hate bloqekirin. Şaredariyê têkildarî mijarê li pêşiya şaredariyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Banka Îllerê ji ber deynên şaredariyê yên di serdema AKP’ê de hesabeke wan bloqe kiriye. Her wiha hat diyarkirin ku 183 karkerên ÎŞKUR’ê şandibûn paşvehatine girtin û makîneya kar a bipalet ku Daîreya Taybet a Bajar hîbe kiribû jî paşve hatiye birin.
 
Hevşaredar Hazal Aras ku tev li daxuyaniyê bû, da zanîn ku têkildarî şaredariyê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Hazal, wiha domand: “183 karkerên ku ÎŞKUR’ê şandibûn û li yekîneyên cuda yên şaredariyê dihatin xebitandin, paşve kişandin. Daîreya Taybet a Bajar jî bi awayekî hemwext makîneya kar a bipalet ku hîbeyî şaredariyê kiribû paşve bir. Di halê hazir de navenda berhevkirina gilêşî gefê li tenduristiya gel dixwe. Bi vê sepanê ne şaredarî lê gel tê cezakirin. Di heman demê de Îdareya Taybet a Bajar bi awayekî hemwext alava vekirina qenalan jî bir. Ya herî girîng jî ew e ku hesaba me ya Banka Îllerê ya 7 milyon TL tê de hebûn û her meh bi awayekî rêkûpêk dihatin şandin, hate bloqekirin.”
 
Hazal, got ku ew ê bi awayekî hevpar bikarin temamiya pirsgirêkên bajar çareser bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî hemû astengiyan jî em ê xizmetê ji gelê xwe re bikin û di vê mijarê de dê tu pirsgirêk dernekevin. Hewce bike em ê seferberiyê ragihînin û kampanyayan bidin destpêkirin. Em ê pirsgirêkan bi gel re parve bikin û çareseriyê bi hev re pêş bixin.”