Emine Şenyaşar: Ên malbata min qetil kirin li derve ne

  • 19:22 29 Nîsan 2024
  • Rojane
ENQERE - Emîne Şenyaşar a Nobeda Edaletê ya li ber Wezareta Edaletê di roja 88’an de berdewam kir got, “Malbatek hilweşandin. Mirov li hundirê nexweşxaneyê hatin qetlkirin û qeydên wan jî veşartin. Yên ku malbata min qetil kirin li derve ne, kurê min di hucreyê de digirin."
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeda xwe ya edaletê li ber Wezareta Edaletê di roja 88'an de dewam kir.  
 
'Wezareta Dadê bi me jî nizane'
 
Emîne ya li ber Wezaretê axivî got, “Em li ber Wezareta Edaletê rûniştine, derî li me kilît kirine. Haya wan jî ji me nîne, lê em li vir in. 6 sal in ez vê çalakiyê didomînim. Êdî bes e, bila kurê min berdin em herin mala xwe. Ev zilm ne zulmeke asayî ye. Malbatek qetil kirin. Mirov li hundirê nexweşxaneyê hatin qetilkirin û qeyd hatin windakirin. Yên ku malbata min qetil kirin li derve ne, kurê min di hucreyê de digirin."
 
Emîne piştî çalakiya xwe ya li ber Wezaretê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çû Meclîsê.