'Em nikarin bi tena serê xwe li kolanan bigerin'

  • 09:04 30 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinên ku li Îzmîrê dijîn xwe ewle nabînin û diyar kirin ku êdi nikarin bi tena serê xwe li kolanan azad bigerin û gotin: "Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bê dayîn." 
 
Li Tirkiyeyê şîdet, destavêtin û komkujiya jinan jî her ku diçe zêdetir dibin. Piştî ku Peymana Stenbolê bi hinceta “Xerakirina avahiya malbatê” hat betalkirin, herî zêde jin ji aliyê zilamên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin û rastî tundiyê hatin û tên jî. Polîtîkayên bêcezakirinê yên darazê dibin sedem ku her roj li dijî jin û zarokan sûcên nû bên kirin. 
 
Li aliyê din jin ne li kolanan, ne li malê, ne li dibistanê û ne jî li cihê ku dixebitin xwe di ewlehiyê de his nakin. Me li kolanên Îzmîrê ji jinan "Hûn xwe di ewlehiyê de hîs dikin?" pirs kir. Jinên Îzmîrê wiha bersiv da pirsa me. 
 
'Em nikarin bi tena serê xwe bigerin'
 
Betûl Karaaslan, diyar kir ku wek jinek li vî welatî xwe di ewlehiyê de hîs nake û wiha dest bi axafina xwe kir: "Qanûnên ku li dijî şîdet, taciz û kuştinê hene têr nakin. Divê qanûnên ku bi bandor bên derxistin. Divê gotina jinan esas bê girtin. Ji bo ewlehiya jinan divê çi hewce dike divê bê kirin. Ez niha li kolanê me û ez nizanim heta saet çenda li vir bim, ji ber ku li kolanan zextên mêran pir zêde ye. Gelo em nikarin bi tena serê xwe bigerin. Divê li hemberî şîdret, taciz û destdirêjiyê cezayên teqes bên dayîn."
 
Bandora betalkirina peymanê
 
Aslinûr Tekeli, da zanîn ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê jiyana jinan bêtir ket xetere ye û wiha got: "Piştî betalkirina peymanê bêtir jin hatin kuştin û bi şîdetê re rûbirû man. Her roj 3 an jî 5 jin tên qetilkirin. Hek îktîdar bixwesta dikarî rê li ber kuştina jinan bigire. Pirsgirêk êdî helwesta îktîdarê nîne, pirsgirêk divê gel êdî li hemberî îktîdarê raweste."
 
'Kesên ku min biparêze nîne'
 
Fadîme Ozdamar jî wiha bal kişand ser rewşa jinan: "Êdî jin ji hêla biyaniyan ve tên qetilkirin, ji ber xuyabûna fîzîkî dibe hincet. Ez qet xwe di ewlehiyê de his nakim. Ez wek her dem bi êrişê rûbirû bêm dijîm. Ez di rê de dimeşim bi çav bi tacizê re rûbirû dimînim. Ev yek pir min aciz dike. Ez dibêjim qey dê tiştek bê serê min. Nirxa ku didin jinê kêm e û mafê jinê nayê parastin. Heke ez li kolanê bêm qetilkirin kesên ku piştre min biparêz e nîne. Ji xwe wekhevî nîne vî welatî. Îro semînerek me hebû û mijar jî 6 zarokên ku ji hêla midûrê dibistanê ve hatibûn tacizkirin bû. Ji bo midûr tişte nehat kirin. Rewşa dawî ya welat wiha ye mixabin." 
 
'Ez tem sûcdarkirin'
 
Saadet Bezgî, destnîşa kir ku jin xwe di ewlehiyê de his nakin û wiha bi lêv kir: "Kiryarên şîdet û destdirêjiyê ceza nagirin. Ji bo demekî tên girtin û piştre tên berdan. Gelek caran nayên girtin jî. Lê ev kiryar carek din heman sûcê dike. Divê hikûmet rê li ber vê bigire lê belê hikûmeta me jî nîne. Kesên bê sûc hatine girtin lê sûcdar jî li dervê ne. Piştî betal kirina Peymana Stenbolê bêtir jin hatin qetilkirin. Divê mafê jinan bê parastin. Heke îro tiştek bê serê min ez ê çi bikim û biçim li ku? Dîsa ez bi tena serê xwe dimînim, ez têm kuştin û ez têm sûcdarkirin."