Eren Keskîn çû serdana rojnameger Solîn Dal

  • 13:52 30 Nîsan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn çû serdana rojnameger Esra Solîn Dal a girtî û wiha got: “Ji ber nûçeyên tecrîd û cînayetên jinan girtî ye. Niha di tecrîdê de tê ragirtin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn çû serdana nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreyê de tê ragirtin ku di 23’yê nîsanê de hate binçavkirin û piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. 
 
Eren, têkildarî serdanê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê ev agahî parve kir: “Min bi rojnameger Solîn Dal re ku em gelek jê hez dikin,  li Girtîgeha Bakirkoyê hevdîtin kir. Ji ber nûçeyên tecrîd û cînayetên jinan hate girtin û niha di tecrîdê de tê ragirtin. Hem li emniyetê hem jî di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hate ferzkirin. Rojnamegerek a li dîstopyayê.”