ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina 31’ê Adarê eşkere kir

  • 14:35 30 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ENQERE - ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên beriya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê û yên piştre eşkere kir û got ku divê derheqê kesên xetere li ser ewlehiya hilbijartinê çêkirin lêpirsîn bên destpêkirin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên beriya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê û pêvajoya piştre de hatine kirin, bi navê “Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adara 2024’an” eşkere kir. Rapor li Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi tevlibûna endamên MYK’a ÎHD’ê hate eşkerekirin. Rapor ji hêla Serokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ve hate xwendin. 
 
Huseyîn da zanîn ku ji bo li 22 bajaran bi komeke ji 300 kesan hilbijartinê bişopînin di 20’ê adarê de serî li YSK’ê dane lê serlêdana wan hatiye redkirin. Huseyîn got ku wan jî bi dilxwazên ÎHD’ê re binpêkirinên hilbijartinê kirine rapor. 
 
Huseyîn bal kişand ser hilbijêrên veguhestî û wiha got: “Li gelek bajar û navçeyan li daîreyekê bi qasî ku mimkin nebe lê bicih bibin hejmareke zêde ya hilbijêran hatine qeydkirin. Her wiha li gelek bajarên herêmê hilbijêr hatin veguhestin. Gelemperiya van jî ciwan, zilam û leşker bûn. Van kesan di hilbijartinê de bi komî deng dan. Li seranserî welêt 44 hezar ‘hilbijêrên xeyalî’ hebûn.” 
 
Kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin
 
Huseyîn, daxuyand ku beriya hilbijartinê û piştre li dijî gelek buro, wesayît, namzet û xebatkarên partiyên ketine hilbijartinê êriş hatine kirin. Bi domdarî Huseyîn bal kişand ser berxwedana Wanê û got ku gelek kes bi îşkenceyê hatine binçavkirin. Bi domdarî êrişa li dijî parêzerên dixwestin li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyaniyê bidin hate bibîrxistin û hat gotin ku 14 parêzer hatine binçavkirin. Huseyîn, da zanîn ku di protestoyên piştî hilbijartinê de zêdetirî hezar kes hatin binçavkirin, Walîtiya Wanê 15 rojan qedexeya çalakî û ketina bajar daye, meqamên îdarî bi biryarên derhiqûqî mafê azadiya xweîfadekirin û kombûnê binpê kirine, bi sepanên derqanûnî re binçavkirin hatine kirin û mafên ewlehiya şexs û azadiyê hatiye binpêkirin, bi bicihanîna van biryarên derqanûnî re peywir xerab hatiye bikaranîn û bi vê yekê re kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin û mafê azadiya geştê hatiye binpêkirin. 
 
Di protesto û îtîrazên piştî hilbijartinê de gelek kes birîndar bûn
 
Bi domdarî Huseyîn, bal kişand ser binpêkirina ewlehiya hilbijartinê û wiha got: “Beriya hilbijartinê di navbera namzetên keyayan de nîqaş derketin û kuştin çêbûn. Polîs jî di nav de gelek kes birîndar bûn. Peywirdarê sindoqê yê DEM Partiyî Emîn Çelîk li Amedê dema dixwest bikeve navberê hate kuştin. Di protesto û îtîrazên piştî hilbijartinê de gelek kes birîndar bûn.” 
 
Dengên mukerer hatin dayîn
 
Huseyîn, diyar kir ku li bajarên cuda deng bi komî hatin dayîn, deng hatin şewitandin, dema deng dihatin dayîn li ser sindoqê wêne hatin kişandin, dengên mukerer hatin dayîn û gelek bêusuliyên din pêk hatine. Huseyîn, daxuyand ku piraniya giliyên partiyên muxalîf ên li dijî van rewşan jî ji hêla YSK’ê ve hatine redkirin. 
 
Bang li YSK'ê kir 
 
Huseyîn ev bang li YSK û Lijneya Hilbijartinê ya Bajar û Navçeyan kir: 
 
*Derheqê kesên xetere li ser ewlehiya hilbijartinê de çêkirin lêpirsînên bibandor bidin destpêkirin, 
 
*Derheqê îdiayên me li jor rêzkirin de lêkolînên pêwîst bikin û tevdîran bigirin, 
 
*Ewlehiya xebatkarên çapemeniyê biparêzin, 
 
*Ji bo parêzer û peywirdarên partiyan ên xwedî rayeya îtîrazan neyên astengkirin tevdîrên pêwîst bigirin, 
 
*Divê avadaniya YSK’ê jinûve were sazkirin. Divê YSK xwedî avadaniyeke piranîparêz be û biryarên di bin vênerîna AYM’ê de bin, 
 
*Divê hemû guherînên di dema OHAL’ê û pêvajoya piştre de derheqê qanûnên hilbijartinê de hatine kirin paşve bên kişandin, 
 
*Divê Tirkiye di hilbijartinan li gorî mekanîzmayên di peymanan navneteweyî de hatine diyarkirin tevbigere, 
 
*Divê tavilê ji bo çavdêriya serbixwe, Tirkiye sererastkirina qanûnî bike, 
 
*Ji bo hêzên ewlekariyê li herêmên cuda neyên veguhestin divê qanûn bên guherandin, 
 
*Ji bo medyaya li Tirkiyeyê li gorî qedexeyên hilbijartinê tevbigere divê di qanûnan de guhertin bên kirin, 
 
*Ji bo AA û TRT û hinek ajansên ku têkildarî encamên hilbijartinê weşanê dikin nekarin manîpulasyonan bikin, divê tevdîr bên girtin, 
 
*Divê hilbijêr bi boyaxa tiliyê dengê xwe bidin, kutukên hilbijêran bên nûkirin û ji bo vê jî xebatekî taybet were kirin.” 
 
Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin temamiya raporê: ( https://www.ihd.org.tr/secim-ihlalleri-gozlem-raporu/)