Dê jin li Stûttgartê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin

  • 14:39 30 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stûttgartê ya ku girêdayî eyaleta Wurttemberg Baden a Başûrê Elmanyayê, bi pêşengiya tevgera jinên ciwan TêkoJIN’ê wê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş were lidarxistin.
 
Bi pêşengiya TêkoJIN’ê wê 11’ê Gulanê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî – Serbixwe Azadî” meşek bê lidarxistin.
 
Komîteya Amadekar a Meşê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, ev tişt got: “Rêber Apo pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka jinê dinirxîne û li gorî wê nêz dibe. Ev pirsgirêk weke pirsgirêka Rojhilata Navîn jî tê zanîn. Li ser vê bingehê jî tê zanîn ku Rêber Apo gelekî mirî zindî kir. Weke jinên ciwan ên di encama polîtîkayên dijmin de hatine Ewropayê, em azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin û em ê li ser vê bingehê têbikoşin. Lewma em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz ê li başûrê Elmanyayê dijîn û jinên ciwan ên têkoşer dikin; bi têkoşînkirinê em rêxistinbûneke hîn xurtir biafirînin. Em di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de xwe rêxistin bikin û xwe bigihînin serketin û azadiyê.”
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku meş wê roja 11’ê Gulanê di saet 15.00’an de li Marîenplatzê were kirin.