Ji jinan komxebata ‘Gavên jinan li ser şopa çeman’

  • 15:25 2 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jin a Ekolojiyê û beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava komxebata ‘Gavên jinan li ser şopa çeman’ bi dirûşma “Aveke azad jiyaneke azad” li bajarê Qamişloyê li dar xistin.
 
Bi pêşengiya Paltforma Jin a Ekolojiyê û Beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava komxebata ‘Gavên jinan li ser şopa çeman’ bi dirûşma “Aveke azad jiyaneke azad” hat lidarxistin.
 
Endamên Aboriya Jin, Komîteya Dîplomasî ya Kongra Star, Rêxistina Kongra Star, Platforma Ekolojî ya Jinê, Beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava, Kombenda Efrîn, Şaredariya Gel, Komîn-Meclîs û endamên gundê Jinwar di komxebatê de amade bûn.
 
Komxebat li ser mijarên pirsgirêkên Ekolojîk bi nêrîna Jineolojiyê, têkiliya jin û avê, li ser şopa çeman û çaq çaq bi şahidiya jinan serpêhatiya çemên Rojava, bandora pirsgirêkên ava vexwarinê li ser civakê, bandora rêbazên çandiniyê li ser avê û bandora madeyên kîmyewî li ser avê hatin guftugokirin.
 
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê sînevîzyonek li ser çemê caq caq a bajarê Qamişloyê hate pêşandan.
 
‘ talan li ser ekolojî û jinê heye’
 
Mijara yekem a komxebatê ‘Pirsgirêkên Ekolojîk bi nêrîna Jineolojiyê’ ji aliyê  Mamoste û berpirsa beşa Jineolojî, Zozan Mihemed ve wiha hate şîrovekirin: “Di salên dawî de pirskirêkên herî mezin a cîhanê ya ekolojî û jingehê bû. Ev yek jî şerê ku li cîhanê çêbû, da ku desthilatdar xwe xurt bike, li hember jingehê bêmafiyek mezin pêk anîn. Em weke Platfotma Jin a Ekolojî û Jineolojî xwe berpirsiyar dibînin ku pirsgirêkan tespît bikin û çareserî peyda bikin. Jineolojî bi xwe zanista civakê lêkolîn dike. Zanista Jineolojî û Ekolojî bi hev re têkildar in û zanistê peyda dikin. Av, jin û civak bi hev ve girêdayî ne, lewma divê destkeftî çêbe. Ji bo xerabûna hevsengiya jingehê, xeribûyina mirov ji civak û xwezayê re ye, lewma talan li ser ekolojî û jinê heye. "
 
'Ekolojî tenê ne pirsgirêka avê ye'
 
Sedema xirabûna jingehê ji çar madeyan pêk tê mîna pergala baviksalarî, xirabûna ekolojî bi destê pergala kapîtalîzmê, rûxandina xwezayê di qada fikrî de, nêrîna şaş di derbarê xwezayê de ye û ji bo van her 4 pirsgirêkan çareserî jî, di sedsala 21’emîn de paradîgmayeke nû ku paradigmaya demokratîk ekolojîk û azadiya jinê ye. Lewma pêwistî bi pêşxistina eko aborî, ekolojiya civakî û zanebûneke li ser van esasan e. Çareserî Rêber Apo wekî çareseriya xwezaya 3’yemîn pêşniyar dike. Ekolojî hişmendî ye û em xweza zindî bibinîn ku bi avakirina xwezaya 3’yemîn wê pêk were. Ekolojî tenê ne pirsgirêka avê ye, divê em bi ekolojiyê re têkiliyek xurt deynin. Ekolojî bigihêje wê fikrê ku ekolojî bi me re diaxive û me diafirîne. Di dawî de ji bo mirov xwe bigihîne civaka azad em van pîvanan esas bigirin.” 
 
‘Têkiliya jin û avê di xwezayê de pir girîng e’
 
Endama Platforma Jin a Ekolojiyê Bêrîvan Omer jî li ser mijara ‘Têkiliya jin û avê’ wiha şîrove kir: “Têkiliya jin û avê di xwezayê de pir girîng e. Di dîrokê de dema em mêze dikin dema şaristanî dest pê kir, yên îstîkrar çêkir jin bû. Li tevahî cîhanê em dibînin cihê ku ji bo mirov bijîn hatiye hilbijartin li ber çemê ye û van cihana jî jinan hilbijartiye. Mezopotamya mirovahiyê nîşan dide, lewma dîroka jin û avê bi hev re dest pê dike. Çemên heyî jî dîrok û mîtolojiya wê heye. Jiyan bi avê dest pê kir ji ber zindî hemû bi avê re dijî. Jin di destpêka jiyanê de ye, lewma jin dişibe avê, çawa dişibe? Av zelal e, xwe diguherîne, nû dike, cihê ku lê derbas dibe li wir jiyanê diafirîne, çandiniyê dike û lawiran xwedî dike. Cihê ku dayik hebe herkes li derdorê kom dibe, cihê av lê hebe civak lê kom dibe. Her çemek bi navê xwedawendekê ye ku dîroka her çemekî heye. Îro em dibînin li ser axa me çem tên sekinandin ku weke çemê xabûrê, çem hate kuştin. Divê em li ser van niqaş bikin ku çawa em cardin zindî bikin û bidin jiyîn. Dema çem di destê jinê de bû her diherikî, piştî derbasî destê desthilatdariyê bû, çem hemû zuha bû. Heta em xwe digihênin avê, em pir zehmetiyê dijîn. Bi pirsgirêka avê pirsgirêkên hawirdorê derdikeve.”
 
‘Em dikarin têkoşîn bikin û bi ser bikevin’
 
Mamoste Şermîn Guven a li Berlînê li ser zoomê beşdarî komxebatê bû û mijara ‘Li ser şopa çeman  û ava caq caq’ wiha şîroveya xwe anî ziman: “Niqaşê me li ser ekolojiyê ye. Di nava Kurdistanê de gelek çem hene ku ev yek berê mirovahiyê jî hebû. Em niha jingehê xwe niqaş dikin. Divê em çemê xwe li Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin ku niha em di nava qeyrana ekolojîk de ne, wek jin ji bo em vê pirsgirêkê çareser bikin divê em niqaş bikin. Av di navbera zindiyan de torek zindî çêdike. Av nexşeyê pêşkêş dike û tevlî ava axa Kurdistanê dibe. Ava Kurdistanê derfetan diafrîne. Ava caq caq, avekî spî ye û ji navçeya Nisêbînê tê û avek pir honik e. Ava caq caq mirovan guhdar dike, lê wê reş kirin û niha herkes dibêje ava reş. Ava caq caq dibe ku rûbarek biçûk be, lê digihêje hev. Çemê caq caq ne mezin e û 147 km re ye û li hundirê Qamişlo nêzî 7 km diherike. Ev bajar ji bo wî çemî hatiye avakirin, lê niha hemû qirêj bûye, berê navê wê hirbasko bû, lê niha kirine caq caq. Em lêkolîna li ser dîroka xwe bikin, em ê bikaribin jingehek nû bi jineolojî re ava bikin da ku ava xwe parastina xwe zelal bikin. Ne tenê li dijî dagirkeran, li dijî qeyrana ekolojî jî em dikarin têkoşîn bikin û bi ser bikevin.”
 
‘Gelek nexweşiyên giran û kronîk ji ber avê çêdibin’
 
Ji bo mijara ‘Bandora madeyên kîmyewî’ du xwendekarên zanîngeha Rojava Yasmîn Omer û Hemîde Casim lêkolînek amade kirin. Di pêşkeşiya lêkolînê de wiha gotin: “Qirêjkirina avê û berdana bermahiyên madeyên kîmyewî di nav ava Caq caq de ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Bêguman amûrên seretayî yên petrolê jî bandoreke xwe hene. Ev yek dihêle ku gelek nexweşiyên giran û kronîk çêbibin. Di heman demê de bandorekê li ser zarok û jinên ducanî dike. Dema ku ava kanalîzasyon tevlî ava vexwarinê dibe, helbet dê pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne, a niha Çemê caq caq di pêvajoyê re derbas dibe.”
 
‘Niha li Hesekê av hatiye qutkirin’
 
Li ser mijara ‘Bi şahidiya jinan serpêhatiya çemên Rojava’ ji aliyê beşdaran ve wiha hate şîrovekirin: “Bajarê Qamişloyê bajarekî pir xweşik e, lê ava caq caq bajarê me nexweş kiriye. Dema Efrîn tê gotin xweşikbûna xweza tê bala me. Gelek kaniyên xweyî li Efrînê heye ku xwezaya Efrînê xweş dike. Di dema berê de jin diçûn ber kanî û çeman diçûn cil berg û pambûyên xwe dişûştin, lê di dema niha de kes naçin, ji ber jîngeh hatiye xirabkirin. Li Hesekê jî ava caq caq heye ku av ne paqij e ku gelek nexweşî derdikevin. Niha li Hesekê av hatiye qutkirin û em ji qeyranek giran re derbas dibin. Heleb bajarekî pir xweşik e, lê ji ber qirêjiyê mirov nikare derbas bibe, armanc çiye xirakirina tabîatyê ye. Jin bê jiyan nabe, lewma xweza jî bê jin nabe. Di rehîma jinê de jî zarok di nava avê de dijî, ev jî tabiyata xweza bi jinê re ye. Mirov bê xwaza nikarê bijî. Ev komxebat pir girîng bû ku me îro li ser xweza û jingehê niqaş kir.”
 
‘Li bajarê Hesekê ava vexwarinê nemaye’
 
Li ser mijara bandora pirsgirêkên ava vexwarinê li ser civakê ji aliyê Endama Daireya Avê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Silo ve wiha hate şîrovekirin: “Girîngiya avê ew e ku jiyan e û hemû zindî li ser dijîn. Di mijara sanaî û çêkirina kehrebe de av tê bikaranîn. Av ji sedî 70 li ser erdê ye. Av di civakê de pir tê bikaranîn. Jin ji aliyê avê de hesas e. Ev 10 sal in şoreş dewam dike, beriya şoreşê av hebû. Piştî şerê ku li Sûriyeyê çêbû, ava vexwarinê bi temamî hate kêmkirin ji sedî 40. Seda firatê jî ji aliyê dewleta tirk ve hate qutkirin. Jêderên heyî jî rastî gelek xeteriyan tên. Li gorî bilançoya dawî bîrên li Kantona Cizîrê 500 bîr e. Li bajarê Hesekê ava vexwarinê nemaye, sebaba bingehîn stasyona ava Elok e ku ji aliyê dewleta tirk ve dagir kiriye. Cara yekem hatiye ceribandin ku ava firatê derbasî Hesekê bê kirin. Çemê xabur li Hesekê heye ku ji bo zîreatê tê bi kar anîn, lê dewleta tirk wê avê jî birîn. Çima pirskirêkên civak û gel derdikeve, bandora wê ji ber avê ye. Şerê cîhanê ya 3’emîn li ser avê ye ku hemû dewlet ji ber avê şer dikin.”
 
‘Em ezmûnên xwe vedugêhêrînin projeyê’
 
Li ser beşa Banrora Rêbazên Çandiniyê li ser avê ji aliyê Endama Desteya Çandinî ya Kantona Cizîrê, Xelat Şêxmûs ve wiha hate kirin: “Çandinî mijarek girîng e. Bandora avê li ser çandinî ew e ku av ji bo çandinî pir girîng e. Niha şerekî mezin heye ku bi avê êrîşî me dikin. Ji 80 heta 85 ji avê ji bo çandiniyê tê xerckirin, ji ber ku rêbaza avdana erd hîna jî piranî seretayî ye, lê dema ku avdana bi rêbazê nûjen be, dê tenê ji sedî 50 av were xerckirin, ev jî li ser îmkana cotkar dimîne. Ev sedem dihêle ku bandora rêbazên çandiniyê li ser avê hebe. Me sala borî ezmûn li ser avdana nûjen li ser  pembû û garis  çêkirine, em niha hewldanên xwe dikin ji bo ku em vê ezmûnê veguherinînin proje ji bo pêkanîna wê li ser hemû erdan. Ev gav dê bihêle ku hem parastina avê bê kirin û hem jî rewşa çandiniyê li herêma me baştir bibe.
 
Mamoste Zozan Mihemed encama komxebatê wiha anî ziman: “Komxebata ‘Gavên jinan li ser şopa çeman’ hate lidarxistin ku ji aliyê Platforma Jin a Ekolojî û beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava ve hate kirin. Di destpêka komxebatê de jineolojî ilmê xwe anî li ser ziman. Em dibêjin wê çareseriya avê bi destê jinê bê çêkirin. Ger desthilatdarî li ser jinê rabe wê li ser avê jî rabe. Divê em di derbarê hawirdorê de baldar bin û paqij bigirin. Di aliyê avê de divê em hişyar bin û ava xwe biparêzin. Beşa parastina avê barê herî girîng ê li ser jinê ye. Divê di dibistanê me de perwerdeyên ekolojî, pirskirêkên ekolojîk û çareseriya wê bê dayîn. Di dema pêş wê komxebatên wiha çêbin. Em bi riya ragihandinê dengê xwe digihînin herkesî ku pêşiya avê li me vebe.
 
Komxebat bi niqaşên beşdaran bi dawî bû.