Ji bo Emîne Şenyaşar qedexe: Edeleta we ya rezîl têk biçe!

  • 18:00 2 Gulan 2024
  • Rojane
ENQERE- Emîne Şenyaşar ku bi rojane li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe pêk tîne, runiştina li ber deriyê girtî yê wezaretê  lê hat qedexekirin. Emîne Şenyaşar çalakiya xwe bi kolanê û got: “Edeleta we ya rezîl têk biçe.”
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeda xwe ya edaletê li ber Wezareta Edaletê di roja 91'î de dewam kir.
 
Li Emîneyê runiştina li ber deriyê girtî yê wezaretê jî hat qedexekirin. Polîsan mudaxaleyê Emîneyê kirin û dovîza hatibû daliqandin rakirin û Emîne ji ser kursiya bi çerxe rakirin. Emîneyê çalakiya xwe ya li ber wezaretê bir kolanê.
 
Emînê wiha got: “We xwe rezîl kir. Edeleta we rezîle. Edeleta we ya rezîl têk biçe.”