Meşa Jinên Silmanî ya xwezayê

  • 15:32 6 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek jinên Silêmanî her hefte meşa xwezayê organîze dikin û ramanên xwe parve dikin.
 
Meşên xwezayê ku di salên dawî de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê di nava jinan de belav bûne, bûne wekî çandekê. Komên meşa ku ji aliyê mamoste û rêberên xwedî tecrûbe ve hatine organîzekirin, jin her hefte di vê çarçoveyê de çend saetan li xwezayê derbas dikin û çalakiyên curbecur organîze dikin.
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê, jinên ji bajarên cuda heftê carekê beşdarî meşê dibin, li nava xwezayê dema xwe derbas dikin, hin jin jî bi pêşniyara doktor beşdarî vê meşê dibin. Jin meşên xwe yên bi rêk û pêk ên xwezayê weke firsendekê dibînin ku ramanên xwe bi hev re parve bikin û têkiliyên xwe yên civakî xurt bikin.