Dayikên ku xwestin bê wezîr re biaxivin negirtin wezaretê

  • 16:50 8 Gulan 2024
  • Rojane
 
ENQERE -Dayikên ku Nobeda Edaeletê digirtin ji bo bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin çûn ber wezaretê. Lê destûr nedan ku dayik nêzî rêya wezaretê jî bibin. Dayikan gotin, “Ji bo em nekevin wezaretê, bi sedan polîsan em dorpêç kirin. Em dibêjin bila aştî pêk bê. Gelo xwestina vê sûc e? Daxwaza çûna Wezareta Dadê sûc e gelo?"
 
Xizm û dayikên girtiyan ku Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin û nobeda xwe veguherandin qonaxeke nû ji bo piştgiriyê bidin çalakiya boykotê ya girtiyan xwestin bi Wezîrê Edaletê re bên gel hev. Dayikên ku ji saetên sibehê ve li Enqereyê bûn, dema ku xwestin biçin Wezareta Edaletê hatin astengkirin. 
 
Destûr nedan parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û dayikên ku hatin Meclîsê ji mînîbusê dakevin. Polîsan ji dayikên Nobeda Edaletê yên ji wesayîtan dadiketin re gotin "Qelebalixiya nepêwîstE" û daN zanîn ku ew ê destûrê nedin ku bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bikin.
 
'Kes nikare fermanê bide me'
 
Parlamenterê Mûşê yê DEM’ê Sirri Sakik ji polîsên ku xwestin dayikan asteng bikin re got, “Hûn kî ne? Kes nikare ji pişt camên tarî fermanan bide me. Ger hewce bike em ê em ê têkoşînê bidin.  Dayik îro li vir çi bixwazin em ê bikin."
 
'Em ji bo çareseriyê hatin, hûn nahêlin em biaxivin'
 
Dayikan bertek nîşanî astengiya polîsan dan û gotin, “Guh bidin me, zarokên me di zindanan de ne. Em ji bo çareseriyê hatin vir. Hûn nahêlin em biaxivin. Hûn ji bo her kesî 'efûya giştî' didin, lê  hûn zarokên me di girtîgehê de dihêlin. Em dibêjin bila tecrîd rabe, ji ber vê em hatin. Em ji bo rawestandina xwînê hatin vir.  Muhatabê me Wezîrê Edaletê ye."
 
'Hûn guh nadin daxwazên dayikan'
 
Piştî destûr nehat dayîn ku dayik biçin Wezareta Edaletê, dayikan li ber deriyê Meclîsê daxuyaniya çapemeniyê dan. Parlamentera DEM Partiyê  Ceylan Akça bertek nîşanî polîsên ku destûr nedan pankarta dayikan anîne vekirin da û got, “Ew ê daxuyaniyên aştiyane bidin û derkevin, hûn jî nahêlin daxwazên xwe bînin ziman. Hûn sabote dikin. Daxwaza dayikan ew e ku li ber pankartê daxuyaniyê bidin. Em naçin hundur, pankarta min a şexsî ye, dê li vir bimîne. Hûn bêyî ku bizanibin li ser pankartê çi hatiye nivîsandin, wan asteng dikin."
 
'Em ji bo bidawîkirina tecrîdê hatin, ne ji bo şer'
 
Li ser navê dayikên ku piştî pankart hat astengkirin dest bi daxuyaniyê kirin Meryem Soylu axivî. Meryem di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em ji bo dawî li tecrîdê bînin hatin, em nehatin şer bikin. Em dibêjin bila bi wekîlan re biçin Wezareta Dadê. Em dibêjin bila edalet were vir. Hûn qebûl bikin an nekin, di zindanan de tecrîd heye. Kesên bêguneh digirin û dixin nava tecrîdê. Em edalet û aştiyê dixwazin."
 
Piştî daxuyaniyê dayik bi dirûşmên, "Bijî berxwedana zindaman", "Hak hiqûq edalet" ketin meclisê.