'Divê rêxistinên mirovî xwedî li koçberan derkevin'

  • 09:03 9 Gulan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
'Divê rêxistinên mirovî xwedî li koçberan derkevin'
 
ŞEHBA - Endama Kongra Star a Wargeha Berxwedan a penaberan Heyat Îbrahîm bal kişand ser zehmetiyên li kampan derdikevin pêşberî penaberan û têkoşîna li dijî zehmetiyan û wiha got:"Koçber ji ber astengiyên heyî, astengiyên nû dikşînin. Dema em dibêjin em jiyana xwe berdewam dikin pêwîstiya me bi her cureyên pêdiviyên jiyanî hene. Divê rêxistinên navneteweyî bi taybet xwedî li milletê wekî me yê koçber derkevin."
 
Welatiyên bajarê Efrînê piştî, Efrîn ket binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê ji axa û mala xwe bûn. Di 18'ê Adara 2018'an de welatiyên li Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûn, piştî koçberiya wan gelek astengî dîtin. Bi kuştin û komkujiyê rû bi rû hatin hiştin. Ji aliyekî bi êrişa dewleta tirk û komên girêdayî wê rû bi rû dimînin, ji aliyekî din jî bi ambargoya hukumeta Şamê rû bi rû dimînin. Li dijî vê yekê têkoşîna jiyanê ya welatiyên Efrînê ya li kampên Şehbayê dewam dike. 
 
Endama Kongra Star a Wargeha Berxwedan a penaberan Heyat Îbrahîm bal kişand ser zehmetiyên li kampan derdikevin pêşberî penaberan û têkoşîna li dijî zehmetiyan
 
'Di nava qampan de me rêxistina xwe daye avakirin'
 
Heyat Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kar û xebata Kongra Star a ji bo pêşxistina jinan û wiha pê de çû:"Di nava kampa penaberan de jî me rêxistina xwe, rêxistina Kongra Star daye avakirin. Ev yek ji bo birêxistinkirin, parastin û pêşxistina jinê ye. Her wiha çawa em ê li hember pirsgirêkan bibe hêza çareseriyê, em li ser vê yekê jî xwe bi rêxistin dikin ."
 
'Ambargoya Hikumeta Şamê dibe sedema astengiyan'
 
Heyatê derbarê zehmetiyên ku jin di nava qampan de dikşînin axaftina xwe domand:"Ev bû 6 sal û 5 heyv em koçberî Kantona Şehbayê bûne û cihê xwe di Kampa Berxwedanê de digirin. Di vir de li van wargehan debara jiyanê gelek zehmet e. Di xwedîkirina zarokên malê de gelek astengî tên derbaskirin. Bi taybet di nava vê heyvê de jin bi çandiniyê mijûl dibin loma zarokên xwe yên biçûk li malê dihêlin ji bo ku bi riya çandinî û paliyê debara malê bikin. Tiştê ku dihêle em bigihînin vê astê ambargoya hikumeta Şamê ye. Ya ku ji destpêka koçberiya me li ser me didin ferzkirin."
 
'Buhabûn û bêkarbûn dewam dikin'
 
Derbarê ambargoya heyî, astengî û aloziyan de Heyatê axaftina xwe dewam kir:"Rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê heta roja me ya îro li ser me dewam e lê diviya ev rêxistinên ku bi mafê mirovan bang dikin carekê berê xwe bidana me û xwedî li me derketina. Ji ber em di aliyê hemî cureyan re astengiyê dikşînin. Ji aliyê nebûna gazê, sotemenî û nexweşketina zarokan em gelekî astengiyan dibînin. Bi gelek astengiyan derman tê peydakirin û di her malbatekê de ger jin û mêr bi hev re nebin alîkar rewşa malê ne baş e, ji ber pêdiviyên zarokan bi gelek tiştan heye lê nayê peydakirin ji ber buhabûna wê, rêgirî û bêkariya ku dewam dike."
 
'Rêxistina UNICEF'ê av li ser her çar wargehan qut kir'
 
Heyatê eşkere kir ku zehmetiyên herî mezin îro ji ber ew di nava qampan de dijîn, dibînin û ji vana yek jê ya herî zehmet jî nebûna avê ye  ji ber ku ev demeke ku rêxistina UNICEF'ê av li ser her çar wargehên li kantona Şehbayê qut kiriye. Heyatê wiha dewam kir:" Di encamê de koçber ji ber astengiyên heyî, astengiyên nû dikşînin. Dema em dibêjin em jiyana xwe berdewam dikin pêwîstiya me bi her cureyên pêdiviyên jiyanî hene. Divê rêxistinên navneteweyî bi taybet xwedî li milletê wekî me yê koçber derkevin."