Zeviyên gundên Şêrawayê tên şewitandin

  • 20:32 9 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya di ajansa ANHA’yê de komên girêdayê Tirkiyeyê ku li gundê Basilê bi cih bûne, agir bi zeviyên gundên Aqîbê û Bênê yên Şêrawayê dixin.
 
Li gorî nûçeya  di ANHA’yê de, komên girêdayên Tirkiyeyê yên li gundê Basilê bi cih bûne agir bi zeviyên gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê dixin. Li hember wê jî şêniyên her du gundan ji bo pêşiya agir bigirin di nava amadekariyê de ne.