2'yê Gulana 2007'an: Jinên ku gotin 'Em li dijî darbeyê ne' derketin qadan

  • 09:01 2 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jinên ku gotin "Em li dijî darbeyê ne", di 2'yê Gulana 2007'an de li Taksîmê derketin qadan. Hêza Çekdar a Tirk di 27'ê Nîsana 2017'an de ji ber hilbijartina Serokkomariyê saet di 23.00 an de bi rêya înternetê daxuyaniyek da û ev daxuyanî wekî muhtira hatibû pênasekirin. Jin jî ji bo bibêjin ew li dijî darbe û muhtirayan e di 2'yê Gulana 2017'an de da daketin qadan û çalakî li dar xistin.  
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de pêk hatin wiha ne:
 
1952: Perwerdekara Bulgaristanî, wergervan, rojnameger û aktîvîsta mafên jinan Kîna Konova jiyana xwe ji dest da. Kîna ji bo mafê perwerdeyê yê jinan û mafên jinên perwerdekar xebatên girîng dane meşandin. Herwiha Kîna yek ji damîzrînera Yekîtiya Jinan a Bulgaristanê ku ji 27 rêxistinên jinan pêk dihat bû. 
 
1970: Jokey Diane Crump bû yekem jina ku li Derbiya Kentucky a Emerîkayê pêşbazî kir. Di dema jokeyên mêr kevir li eywana werzîşê dibarandin de Diane bi refakata polîsan derbasî kulvara wê dest bi pêşbaziya bikira, bû. Mêran wê demê jê re digotin "Li metbexa xwe vegere û xwarina êvarî çêbike". Diane ya li Milford'ê di 1948'an de ji dayik bû her çiqas teqawît bûbû jî dîsa jî ew bi hespan mijûl dibû.  
 
2003: Piştî ku Nîjeryayê daxuyand wê Amîna Lawalê di 3'yê Tîrmehê de bi rêya recimkirinê bikuje, Rêxistina Efuyê ya Naveneteweyî ji bo ku Amîna rizgar bibe kampanya da destpêkirin. Amîna ji ber ku di serdema hevberdanê di 22'yê Nîsana 2002'yan de zarok anîbû dinê cezayê kuştinê lê hatibû birîn. Ji ber ku kesê bavê zarokê Amîna derewkar derxistibû û di dadgehê de kesekî ew neparastibû ev ceza lê hatibû birîn.  Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî ku kampanya da destpêkirin bang li tevahiya cîhanê kir ku tevli kampanyayê bibin. Bi vê kampanyayê re Amîna hat beraetkirin û ji kuştinê rizgar bû. 
 
2016: Karsaza Emerîkî, çalakvana siyasî Afenî Shakur Davîs jiyana xwe ji dest da.  Afenî di 1960'î de ket girtîgehê û ji gelek dozên ku di hat darizandin parastina xwe bi xwe kir. 
 
2019: Rêveberiya Jin a Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  bi dirûşma "Azadiya jinê bingeha demokrasî û û ruhê guhertinê ye" 1'emîn kongreya xwe pêk anî.  Di kongreya ku li navenda bajarê Reqayê li Eywana Tacê hat lidarxistin de gelek jin ji bajêr, navçe û gundên derdorê bi kincên xwe yên kurdî tevli bûn. Di kongreyê de biryarên girîng hatin girtin û 7 kes jî ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.