Sevîlay Çelenk: Ya xwerexnedayîna hilbijartinê da HDP bû

  • 09:05 7 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE- Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk der barê her du hilbijartinên pêk hatin de got: “Li dijî ambargoya çapemeniyê me tax bi tax kolan bi kolan xebatên xwe meşandin.Tevî hemû partiyên muxalefetê dengên xwe zêdekirin û serkeftin hedef dikirin bi ser neketin. Lê ya ji dil xwerexnedayîna hilbijartinê kir HDP bû.”
 
Di hilbijartinên 14’ê Gulan û 28’ê Gulanê de piraniya li parlamentoyê dihat hedefkirin nehat bidestxistin û Erdogan ji nû ve serokomar hat hilbijartin. Bi vê re gel û partiyên muxalefetê nirxandinên hilbijartinê kirin. Tevî ketina dengan, Partiya Demokratîk a Gelan ku di lîsteyên Partiya Çep a Kesk de ket hiblijartinan dengên xwe yên tabanê parastin û di meclîsê de cihê xwe girt. Her wiha hem nûneriya jinê pêk anî û hem jî rola xweya ji bo parlamentoyek demokratîk ji nû ve birêxistin kir.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk tabloya ku piştî hilbijartinê ava bû, ev tablo çi nîşan dide, pêvajoya li pêş gelan û jinan, xeta têkoşîna ku wê bê hûnandin, ji ajansa me re nirxand.
 
*Me du hilbijartin li pey xwe hiştin û Partiya Çep a Kesk bi 61 parlamenterî di meclîsê de cihê xwe girt. Hun encamên hilbijartinê çawa dinirxînin?
 
 Partiya Çep a Kesk di bin zext û zorên daraz û çapemeniyê de ket hilbijartinê. TRT ya saziya cemaweriğye jî têde, tu kanalekê xebatên me yên hilbijartinê nedan û heta wek sûc nîşan dan. Çend roj ji hilbijartinan re mabûn, hevserokên HDP’ê vexwendin bernameyek nîqaşê. Çend roj şûnde jî cih dan axaftina hevberdevkê Partiya Çep a Kesk di TRT’ê de.  Ev lingê çapemeniyê bû û lingê darazê heye. Doza li HDP’ê hatiye vewkirin,  Kesên siyaset li wan hatiye qedexekirin, girtina bi dehan rojnameger, parêzer, nûnerên STK’ayan û xebatkarên çapemeniyê. Ev hemû bi armanca pêşîgirtina li xebatên me hatin kirin. Lê tevgî hemû ambargoyan me tax bi tax, kolan bi kolan xebat meşand.
 
Tevî hemû xebat û kedê mixabin encama me dixwest nehat bidestxistin. Partiyên muxalefetê piraniya meclise bi dest nexistin, serokomar neguherî, yanî rejîma yek mêrî neguherî. Bi kurtasî encama me dixwest nehat bidestxistin. Namzetê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu ku me piştgirî dayê li Amed û bajarên nifûsa Kurd lê zêde ne rêjeyek bilind deng girt. Lê di dengên Partiya Çep a Kesk de sê puan windahî çêbû. Ji sedî 11.7’an daket 8.8’an. Gelek alî û sedemên vê windakirina deng heye. Hevsreokên HDP’ê di vî alî ji dil û dirust xwerexnedayîna xwe kirin, gotin wê biçin kongreye û di dema nû de nebin namzet. Tevî hemû muxaleftê encama ku dihat payîn nehat bidestxistin, ya herî samîmî xwerexnedayîn xwe da HDP bû.
*Di vê pêvajoyê de ji bo HDP û Çepa Kesk gelek rexne hatin kirin. Hun van rexneyan çawa dibînin?
 
Rexneyên hatine kirin , wekê ku hevserokên gitşî û rayedarên partiyê jî anin ziman, bi baldarî li ber çavan hatine girtin û tên nirxandin. Di nava rexneyên hatine kirin yên di cih de jî hene û yên ne adîl jî hene. Pêvajoyên dijhiqûqi  zêde li ber çavan nayên girtin. Hinek renxe ji aliyên ‘hundir’ tên. Yên ku eleqeya wan ya bi îstîkrar û  keda wan li ser partiyê heye, yên xwedî li HDP, Çepa Kesk û civaka Kurd derdikevin, yên îstîkrar û xurbûna siyasete hedef digirin, her çiqas windabûna dengan hebin û têkçûn hebe jî, di vegerandina pêvajoyan de bi badnorin. Di rexneyên der barê tifaqan de hatine kirin de jî mafdarî heye. Gelek jî hat axaftin. Di pêvajoyên avakirina tifaqan de dihat gotin ku divê teqez rejîma yek mêr bêguhertin. Di esasê hedefa demokratîkbûnê de HDP û Partiya Çep a Kesk berjewendiyên ji bo gelan da pêş xwe. Vê hawiarek cidî ya bixwebaweriyê afirand. Lê pêkhateyên din yên muxalefeta siyasî bi ziman û daxuyaniyên ku gihiştin gotinên nefrete pêşî li bayê muxalefeta bi kelecan û xurt girt.
 
Li dijî krîmînalîzekirina HDP û Partiya Çep a Kesk,- vê krîmînalîzekirinê êdî partiyên din yên muxalefetê CHP û Îyî Part jî bi giranî hedef girt.  Dema ev dihatin kirin jî pêşî li afirandina kelecanê û îtîrazkirinê girt. Gelek faktorên din deng bi HDP’ê da windakirin. Di vî alî de rexne mijara gotinê bû. Hîna jî tên kirin. Ev mijar bi berfirehî tê nirxandin.
 
*Di hilbijartinên serokomariyê de jî desthilatdarî neguherî û lê dengekî ji sedî 50 guherînê hebû. Hun vê encamê di alî têkoşînê de çawa dinirxînin?
 
Pergala hikûmeta serokomariyê bi tena sere xwe  pisgirêka ji roja ava bûye rê li ber sedan komplîkasyonan vekiriye. Hemû raye di destê xwe de girtiye û ev pergala ku kî bê sere wê, ne pirsgirêka aborî ya welat çareser neke ne jî ya demorkasiyê. Erdogan bi vê pergalê demek derbas kir û rewşa welat ya niha li holê ye. Du rêbaz li pêş heye; ya pergalê wê bi dijhiqûqî, betalî û birçibûnê wê bidomîne yan jî wê zirara daye welat li ber çavan bighire û polîtîkayek wisa bimşîne.  Aboriya welat rêbaza duyemîn bi aşkera nîşan dide. Lê xuyaye rêbaza duyemîn  tercîh nakin û ev jî nîşan dide ku em ê bikevin pêvajoyek zor û zehmetir. Em li dijî vê hewl didin polîtîkayê biafirînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
*Em li encama binêrin partiya ku nûneriya jinê ya herî bilind têde ye partiya we ye. Hunê vê piraniya xwe di pratîkê de çawa binirxînin?
 
Em wek jin, gelek tiştên ku em bi jinan re bikin hene. Em ê têkoşîna xwe tu carê bernedin, ji bo Peymana Stenbolê, qanûna 6284 têdikoşin. Ji bo mafê nefeqeyê, pêşîgirtina îstîsmara zarokan bi awayekî xurt bixebitin. Em ê ji hebûna xwe  di bin sîwana meclîsê de hêzê bigirin. Em ê bi jinên parlamenter yên partiyên din re jî bên gel hev. Xebatên me wê hebin. Meclîs ji sedî 20 jin e. Ji partiya Çep a Kesk em 29 hebin. Em ê li meclîsê têkoşînek hevpar bimeşînin.
 
*Li meclîsê rastiyeke Huda Par’ê jî heye.  Li dijî vê hunê helwestek çawa bigirin û ji jin û gelan re li dijî vê tehdîdê dixwazin çi bêjin?
 
Ji roja Huda Par bû parçeyê Tifaqa Cumhur nîqaş dihatin meşandin. Rayedarên partiyê qanûna 6284 kirin hedef û dan ber xwe  Hebûna Huda Par a di meclîsê de bêguman fikar afirandin. Lê divê em destur nedin xurtbûna hawira tirsê. Tecrubeya me ya têkoşînê heye. Em bi biryarin. Têkoşînek bê navber heye.  Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê hûnandina têkoşînê bi jinan re bi rêxistinên jinan re muzakere bikin.”