Eren Keskîn: Em Qada Galatasarayê terk nakin!

  • 09:06 13 Hezîran 2023
  • Rojane
Marta Somek 
 
STENBOL - Seroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn 28 sal in Dayikên Şemiyê bi tenê nehiştiye û wiha dibêje: "Êdî li Tirkiyeyê polîs bi awayekî azad li çavên me dinêre û dibêje 'Xwezî me îşkence li we bikira'. Lê divê bê zanîn ku vînek wisa heye ku dê li Qada Galatasareyê çalakiya xwe bidomîne. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniya çalakiyê bikin."
 
28 sal berê Dayikên Şemiyê/ Mirovê Şemiyê, ji bo aşkerakirina aqûbeta xizmên xwe yên ku ji hêla dewletê ve hatine windakirin bipirsin li Qada Galatasarayê ya li kolana Îstîklalê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û heta îro jî lêgerîna xwe ya edaletê berdewam dikin. Dayikên Şemiyê ji dayikên Arjantinî feyz girtin. Dayikên Plaza de Mayo di sala 1977'an de ji bo dîtina zarokên xwe yên ji hêla cuntaya leşkerî a Arjantînê ve hatî windakirin dest bi çalakiyê kiribûn. 
 
Çalakiya ewilî di 27'ê Gulana 1995'an de saet 12.00'an de pêk hat. Kurê Emîne Ocak Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995’an de hat binçavkirin û piştî 58 roj şûnde li Goristan Bêkesan bi îşkenceyê qetilkirî hat dîtin. Ji hêla rojnameger Nadîre Mater ve bi navê "Dest nede hevalên min" kampanyayek da destpêkirin. Ev kom piştî dîtina cenazeyê Hasan Ocak peşniyara "Her roja şemiyê em ê li Qada Galatasareyê di heman saetê de çalakiya rûniştinê ya bêdeng pêk bînin" kirin. Biryara dan ku di çalakiyê de pankartên rêxistinan bila nebin, bila dirûşm neyê berzkirin. Her heftê bila çîroka windayek bê xwendin. Piştî demekê ji komê re gotin "Dayikên Şemiyê".  
 
Çalakî belavî bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bû 
 
Ji roja destpêke heta îro ligel îşkence zext û zordariyê Dayikên Şemiyê dev jî qadê bernedan û her tim daxwaza aşkerakirina aqûbeta xizmên xwe kirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê roj bi roj belavî Kurdistan û Tirkiyeyê bû. Bi sedan malbat bi heman daxwazê daketin qadan. Ne tenê xizmên windayan kesên li derdorê jî êdî piştevaniya vê çalakiyê kirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê ji sala 1995'a heta sala 99'an di saet 12.00’an de li ber lîseya Galatasarayê berdewam kir.  Di 170’emîn çalakiyê de ji ber êrişan di 13'ê adara 1999’an de biryara navberdayîna çalakiyê hat dayîn. Piştî 10 sal şûnde di 31'ê çileya 2009’an de carek din li Qada Galatasareyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
'Em dixwazin bila gorek wan hebe'
 
Dayikên Şemiyê bi daxwaza "Zarokên me û xizmên me hatibin qetilkirin jî hestiyên wan bidin me. Em tenê dixwazin gorekî wan hebe. Hek dijîn jî bila zarokên me radestî me bikin" daketin qadan û li qadan bi dehan caran bi êrişa polîsan re rûbirû man û hatin binçavkirin. Lê çend hatin binçavkirin jî tu carî dev jî têkoşîna xwe bernedan. Di sala 2018'an de di çalakiya 700'î de Qada Galatasarayê ji hêla Qeymeqemtiya Beyoguyê ve hat qedexekirin. Li ser vê yekê di 25'ê tebaxa 2018'an de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin lê bi êrişa polîsan re rûbirû man û hatin binçavkirin. Piştî 2 sal şûnde ji hêla Serdozgeriya Komara Stenbolê ve derbarê 46 kesan de îdîaname hat amadekirin û di Dadgeha Cezayê Asliye a 21'emîn a Stenbolê jî doz hat vekirin. 5 salan ji ber qedexeyan nekarin biçin qadê. Lê dîsa dayikan dev jî têkoşîna xwe bernedan di qadên cuda de çalakiya xwe berdewam kirin. 
 
Îşkence, lêdan û binçavkirin
 
Masîde Ocak Kişlakçi di çalakiya 700’î de ji hêla polîsan ve lêdan xwar û hat binçavkirin. Masîde derbarê mijarê de û îhlalkirina mafê "meş, çalakî û civînê" de, di 10'ê îlona 2018’an de serî li Serdozgeriya Komara Stenbolê da. Lê Serdozgerî biryara bêşopandinê da û Masîde serî li Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) da û doz qezenç kir. Piştî vê biryarê Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê di 8'ê nîsanê de carek din daketin Qada Galatasarayê. Lê belê carek din polîsan bi hinceta "qedexeyê" êriş bir ser çalakiyê dayik û çalakvanan binçav kir. Çalakvan bi israr çalakiya xwe domandin. AYM serdana seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî qebûl kir û biryara binpêkirina mafan da û biryar da ku tezmînatê bidin Gulserenê. 
 
Têkoşîna 28 salan
28 sal in têkoşîna Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê bê naber berdewam dike, Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskin jî ji serê ewilî heta îro di nav vê têkoşînê de cih xwe girt. Erena ku her daîm xwedî li kesên mexdûrên taciz, tecawizê ne derket, li cem dayikan jî cih xwe girt. Eren, 8 hefteye bi Dayik û Mirovên Şemiyê re bi lêdanê tê binçavkirin. Eren derbarê binçavkirin û têkoşîna 28 salan de ji ajansa me re axivî.
 
'Çalakiyeke meşrû ye' 
 
Eren, daxuyand ku, çalakiya bêîtaatiyê ya Dayikên Şemiyê li ser vê erdnegariyê çalakiya herî meşrû ye û tevahiya cîhanê jî rêzê nîşanî çalakiyê dide û got: "Xizmên windayan, têkildarî zarokên xwe yên ku di binçavan de hatine windakirin agahî bigirin dest bi çalakiyek wisa kirin û ev daxwaz û çalakî meşrû ye. Ji sala 1995'an heta sala 2018'an çalakî hat asetengkirin. Hincetên astengkirinê jî li dijî hiqûqê ye. Wekî ku li vir li dij hiqûqê tiştek tê kirin nêz dibin. Halbûkî Dayikên Şemiyê, çalakiyên xwe her tim bêdeng û her wiha bê dirûşm pêk anîn. Ev jî rêbazeke çalakiyê ye. Ligel vê yekê jî tê astengkirin."
 
'Ligel biryara îhlalê qad tê qedexekirin'
 
 
Eren, destnîşan kir ku di mehên dawiyê de serlêdana me ya li Dadgeha Makeqanûnê hate qebûl kirin û Dadgeha Makeqanûnê biryara îhlalê da û wiha bi lêv kir: "Dadgeha Makeqanûnê bi vekirî got 'Astengiya polîsan a çalakiya Dayikên Şemiyê bêhiqûqî ye û li dijî Peymana Mavên Mirova a Ewropayê ye'. Piştî biryarek wisa em daketin qadan lê niha jî çalakiya me tê astengkirin. Çima tê astengkirin? Gelo Komara Tirkiyeyê ne dewleteke hiqûqî ye."
 
'Îşkence li dijî hiqûqa navxweyî ye' 
 
Eren di axaftina xwe de wiha bal kişand ser îşkenceya polîsan: "Heke polîs li dijî biryara Dadgeha Bilind derkeve û nexe meriyetê îşkenceyê jî dikare pêk bîne. Hefteya borî bi kelepçeya berovajî bi lêdanê çalakvan hatin binçavkirin. Îşkence li çalakvanan kirin. Çend me polîsan re gotin kelepçeye berovajî rêbaza îşkenceyeyê jî polîsên jin bersiva 'Xwezî me işkence li we bikira'. Mafek wisa di xwe de dibînin ku wisa diaxifin. Di hiqûqa naxweyî de îşkence nîne. Ji ber ku Tirkiye Peymana Mafên Mirova a Ewropayê qebûl kiriye. Lê em niha dibînin ku polîsek di nav çavên me dinêre û bi rihetî dikare bêje 'Xwezî me îşkence li we bikira'. Ev tişt bêhiqûqiya herî mezin e. Em plan dikin ku demek nêz bi Wezîrê Karê Hindûr ên nû re hevdîtinê pêk bînin. " 
 
'Domandina çalakiyê de bi israr in'
 
 
Eren, diyar kir ku ligel her cûre îşkence û êrişan dê Dayikên Şemiyê û Komîsyona Windayan a di Binçavan de ya ÎHD'ê, çalakiya xwe bi israr bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek civîn tên kirin di vê mijarê de, lê israra Qada Galatasarayê didome. Ji ber ku xizmên windayan li vir tenê daxwaza aşkerakirina aqûbeta xizmên xwe dikin. Ev der ji bo wan bûyê cihê mabet e û ji ber vê girîng e. Çend dizane dema biçe li vir dê bê binçavkirin jî dîsa jî di nava aramiyê de berê xwe dide qadê, wekî ber bi zarokên xwe ve diçin. Ji ber vê sedemê nikarin vê qadê terk bikin."
 
'Xwedî li têkoşînê derkevin'
 
Parêzer Eren Keskîn, banga piştevaniyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li her kesî dikin ku xwedî li têkoşîna Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê derkevin. Kesên ku ji xwe dibêjîn ez demokratîm, parêzvanên mafên mirova me û sosyalîst im bila piştevaniya çalakiyê bikin."