'Me xwest mêr jî xwe di zanista civakê de berpirsiyar bibînin'

  • 09:08 20 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinan û mêrên ku li tevlî perwerdeya Jineolojiyê bûne bal kişandin ser girîngî û guhertina zanista Jineolojiyê û wiha gotin:"Em dixwazin bi riya perwerdeyên xwe parvekirinekê bikin. Her wiha kûrahiya di hiş de bidin çêkirin, da ku em ji van pirsgirêkan xelas bibin. Me xwest em perwerdeyek wiha bidin da ku mêr jî xwe di zanista civakê de berpirsiyar bibînin."
 
Jineolojî zanista jinê ye, zanista jiyanê ye, zanista civakê ye, zanista hevjiyana azad, zanista xweparastinê ye. Jineolojî ne tenê guhertina zîhniyeta ku li ser koletiya jinê hatiye avakirin e, ji bo bidestxistina hêza wateya jiyanê ye jî. Loma jî perwerdeya zanista Jineolojiyê gelekî girîng e. Her wiha dîtina perwerdeya vê zanistê ya ji aliyê mêran ve. Li dijî qalibên zihniyeta baviksalarî pêdivî bi perwerdeyeke bi vî rengî ya ji bo mêran heye. Li ser vê bingehê Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Efrîn, Şehba û Helebê cara yekem perwerdeyek xweser a Jineolojiyê ya ji bo mêran vekir. 22 mêr tevlî vê perwerdeyê bûn û wê 12 rojan bidome.  Jinan û mêrên ku li tevlî perwerdeya Jineolojiyê bûne bal kişandin ser girîngî û guhertina zanista Jineolojiyê û nirxandin kirin. 
 
'Perwerdeya Jineolojiyê guhertinek çêkir' 
 
Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê Yasmîn Mihemed ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman:"Piştî salvegera vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojiyê pêwîstî hat dîtin ku em perwerdeyekê bidin mêran. Piştre Perwerdeya Jineolojiyê ya ji bo mêran hat destpêkirin. Tevlîbûn, nîqaş û guftugoyê vê perwerdeyê baş derbas dibe. Piştî xwendina pirtûkan û perwerdeyê ew bi xwe ketin nava lêhûrbûnekê. Li ser zanista Jineolojiyê nirxandin ji aliyê mêran ve hat kirin. Mêr bi taybet li ser mijarên mîtolojî, ol û felsefeyê diketin nava nakokiyan. Li ser van mijarana sekinîn. Û nîqaşên ji bo divê zihniyeta mêr biguhere hatin kirin. Perwerdeya Jineolojiyê guhertinek çêkir."
 
Encamên perwerdeya Jineolojiyê 
 
Yasmîn bal kişand ser encamên perwerdeyê û wiha da dû gotina xwe:"Weke girtina encama ji perwerdeyê em gihandin wê rastiyê ku mêr dixwazin xwe û zihniyeta xwe azad bikin lê nizanin bi çi awayî ye. Kêfa wan ji zanista Jineolojiyê hat û dixwazin hemî mijaran bi riya Jineolojiyê fam bikin, çareser bikin, bînin ziman."
 
'Jineolojî zanista jiyanê ye'
***Endamê Koordîsyona Desteya Çand û Hunerê ya Efrîn û Şehbayê Mistafa Mistefa yê tevlî perwerdeya Jineolojiyê bû wiha got:"Me zanista Jineolojiyê tenê wekî têgih nas kiribû. Me digot qey tenê zanista jinê ye lê belê piştî em tevlî perwerdeyê bûn me fam kir ku zanista jin û jiyanê ye. Dema mirovek azadîxwaz be û bixwaze xwe rizgar bike pêwîst e bikeve nava wê cudahiyê ku çiqas di bin bandora desthilatdariyê de ye. Em gihaştin wê rastiya ku em heya niha di bin bandora zihniyetên kevneperest û desthilatdariyê de ne lewma naskirina Jineolojiyê yek ji hîmên bingehîn e ku mirov bi riya wê bikaribe zihniyeta xwe azad bike."
 
'Bi riya Jineolojiyê em ê xwe ji zihniyeta desthilatdar rizgar bikin'
 
Şiyar Mihemed ê ku tevlî perwerdeya xweser a Jineolojiyê bûye bal kişand ser girîngiya perwerdeya Jineolojiyê û wiha got:"Me nizanîbû zanista Jineolojiyê çi ye. Lê belê divê hîn zû em tevlî perwerdeya Jineolojiyê bibûna. Ji ber di hiş û zihniyeta me de pir tiştên kevin hene. Bandoreke kûr a ol, dewlet û kapîtalîstê li ser me heye. Pêwîst e bi riya Jineolojiyê em xwe ji bin bandora vê zihniyeta desthilatdar rizgar bikin."
Perwerdeya li ser kuştina zihniyeta mêrtiyê 
 
Endama Navenda Jineolojîyê ya Efrîn û Şehbayê Zehîde Mamo ji ajansa me re derbarê pêwistiya vekirina perwerdeya xweser a Jineolojiyê ya ji bo mêran wiha axaftina xwe kir:"Perwerdeya me bi taybet li ser kuştina zihniyeta mêrtiyê hatiye vekirin. Her wiha bingeha pirsgirêkên di navbera jin û mêr a di nava civakê de. Zihniyeta mêr di nava civakê de çawa derdikeve pêş? Analîza kesayetê. Em li ser mijarên bi vî rengî jî sekinîn."
 
'Me xwest mêr jî xwe di zanista civakê de berpirsiyar bibînin'
 
Zehîde bal kişand ser girîngiya dîtina perwerdeyê ya mêran û wiha domand:"Di perwerdeyê de pirtûka Rêber Abdullah Ocalan hat xwendin. Sinevîzyonên lis er komxebata Jineolojiyê hatin temaşekirin. Nirxandina Abdullah Ocalan hatin tameşekirin. Her wiha hemî tiştên ku di hundir dîrokê de ku weke bingeha civaka kurd e û avakirina mêr û jina kurd e di hundir perwerdeyê de tên dayin. Zanista Jineolojiyê qada lêkolînê û zanista civakê bi gîştî ye, lê em dibînin di nava civakê de pirsgirêka zihniyetê jî derdikevin pêş. Em dixwazin bi riya perwerdeyên xwe parvekirinekê bikin. Her wiha kûrahiya di hiş de bidin çêkirin, da ku em ji van pirsgirêkan xelas bibin. Me xwest em perwerdeyek wiha bidin da ku mêr jî xwe di zanista civakê de berpirsiyar bibînin."
 
'Perwerdeya Jineolojiyê pir girîng e'
 
Li ser heman mijarê Bavê pakrewan Çekdar bi nasnavê Mihemed Xelîl ku ew jî tevlî perwerdeya xweser a Jineolojiyê bûye ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman:"Perwerdeya Jineolojiyê pir girîng e lewma em dixwazin her endamek civakê ji vê zanistê agahdar be. Her wiha ji demeke kevin de min hewl daye ku ez xwe bixim nava kûrahiya vê zanistê û di xwe de wê hêzê bibînim. Min her tim xwest xwe ji wê zihniyeta yekperest dûr bixim. Em dixwazin hemû mêr vê zihniyeta kevinperest ji ser xwe biavêje. Ya girîng ew e ku em ji vê perwerdeyê encamê bigirin. Em guhertinê di xwe û kesayeta xwe de çêbikin. Di heman demê de tiştên em hîn bûne em dixwazin parve jî bikin."