Şadiye Manap: Hevdîtina kesên li piştî me wê min kêfxweş bike

  • 10:43 22 Hezîran 2023
  • Rojane
Rozerin Gültekin
 
STENBOL - Şadiye Manap a ku piştî 30 salan hat berdan got: "Gelek kes li piştî me rabûn ser piyan û dîtina wan wê min kêfxweş bike."
 
Şadiya Manap a di sala 1992’yan de li Rihayê piştî hate binçavkirin li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin, di doza derbarê wê de hate vekirin de cezayê muebbetê lê hate birîn. Manap a dema hate girtin 24 salî bû piştî Girtîgehên Riha, Mêrdîn û Midyadê sewqî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hate kirin. 
 
Şadiye piştî 30 salan di 1’ê mijdara 2022’yan de hate berdan, bêyî ku ji girtîgehê derkeve ji ber lêpirsîneke di sala 2020’an de derbarê wê de hatibû vekirin, beriya ku ji girtîgehê bê berdan hatibû binçavkirin û girtin. Danişîna biryarê ya doza der barê Şadiyeyê de bi îdiaya “Rêxistinê ava dike û bi rê ve dibe” hatiye vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê hate lidarxistin. Di danişîna ku Şadiye û parêzerên wê amade bûn de biryara beraetê hate dayîn. 
 
Şadiye piştî ku ji girtîgehê derket hest û ramanê xwe ji ajansa me re anî ziman. 
 
Şadiye, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser binçavkirina xwe û biryara bereatê: "Gelo mirovên ku li dervê çawa xwe dixin şûna me û empatiyê dikin? Ez piştî 30 salan dîsa li ber girtîgehê hatim binçavkirin û ez matmayî mam. Divê mirov ji her tiştî re xwe amade bike û ez wisa difikirim. 30 sal in ez dibin kontrola dewletê de dijîm. Her tişt bi mohrkiriye û lê emniyet û dadgerî xwestin her tiştî wek sûc nîşan bidin. Li hemberî vê yekê min ne parastina siyasî min parastina mirovî kir. Ev pêkutiyên ku li hemberî min li dijî demokrasiyeyê. Heke mirov demokrasiyê neparêze çend qanûn hebin jî dîsa heman tişt dê bê jiyîn. Dema mirov şert û mercên siyasî ya welat dinêre bereata min ji bo min bû suprîzek." 
 
'Jin li girtîgehê têkoşînê didin'
 
Şadiye bi lêv kir ku piştî 30 salî  dîtina cîhaneke bê daraba  ew kêfxweş kiriye lê ya herî girîng azadî ye. Şadiye, bal kişand ser zext û zordariya li girtîgehê, berxwedana mezin a li dijî wê û wiha got: “Li girtîgehê kes zêde ne. Şertên her demê jî ji yên girtîgehê xirabtir in. Mirov çiqas rewşa girtîgehê dizanin? Ez bawer nakim ku bi qaasî divê bizanibin. Dosyaya min jî berdewamiya şert û mercên girtîgehê bûn. li girtîgehê bi awayê hovane êrîş dikin. Hejmara kesên ku cezayên heta hetayê girtine zêde bûye, gelek pirsgirêkên hiqûqî hene, înfaz tên şewitandin û girtî nayên berdan. Girtîgeh ji bo mêran tên çêkirin, lê jin jî li hemberî vê têkoşînê didin. Ger ji bo demokrasiyê gavên rast bên avêtin wê ji bo jinan û girtiyan jî gavên rast bên avêtin. Divê şerê hiqûqî jî bê berfirehkirin. Rewşa li girtîgehê jî bi pêşketina demokrasiya welat ve girêdayî yee.”
 
'Rastî her tişt e'
 
Şadiye di dawiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: Ji ber ku ev 30 sal bû li girtîgehê bûm, parçeyek ji dilê min li wir ma. Hevalên li wir gelek kêfxweş bûn ku ez tahliye bûm, lê parçeyek ji min dê her tim li cem wan be. Rastî  her tişt e. Hundir, derve, jiyan, civak hemû bi hev ve girêdayî ne. Dema ez di girtîgehê de bûm gelek kesî li wê jiyana xwe ji dest dan.  Li ku binêrim ez ê goran bibînim. Lê gelek kes li pişt me rabûn û dîtina wan dê min kêfxweş bike. Ez bêhna axaftinê, meşê, dîtina asîmanan dikim, lê ev hemû bi civak û jinan re xweş in. Tenê eger rewşa welat, gel û jinan baş be, wê demê em ê xwezayê bibînin, biçin çiya û bêhnê bigirin.”