Tecrîd û bêdengiya ku bi Tîpa F dest pê kir…

  • 09:17 3 Tîrmeh 2023
  • Dosya
 
 
 
Melek Avci
 
ENQERE - AKP’ê ji roja ku li Tirkiyeyê bûye desthilatdar, ji bo girtiyan di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de bihêle, bi kodkirina hemû tîpên alfabeyê girtîgeh ava kiriye û tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav kiriye. Her çiqas saziyên navneteweyî bi taybetî CPT raporên li ser tecrîdê biweşînin jî, ne Tirkiye hesabê wê dide û ne jî ev sazî dikarin li dijî berjewendiyên dewletan derkevin.
 
Roj bi roj zelaltir dibe ku mekanîzmaya tecrîdê ya ku li Tirkiyeyê ji Îmraliyê dest pê kir bi qanûneke cuda ji aliyê hikûmetê ve hate kirin, di nava hemû girtiyan û girtîgehan de cih girt û veguherî navendên “rehabîlîtasyonê” a birdoziyê. Girtîgehên Ewlekariya Bilind ên ku ji salên 2000'î ve projeyên wan dest bi xêzkirinê kirine û pêkanînên wan li hin girtîgehan hatine dîtin, di sala 2006'an de bi temamî ketine meriyetê û bi kodên tîpên F, T, S, E, D, L û Y dewam dikin. Her çend kodên tîpên van girtîgehan li gorî avahî û kapasîteyên wan ên fizîkî hatine dayîn jî, di pratîkê de tecrîd tê meşandin û bi dûrxistina girtiyan ji çalakiyên civakî yên mirovî polîtîkayên îşkenceya psîkolojîk û qirkirinê tên meşandin.
 
Tirkiye bûye girtîgeh 
 
Li gorî daneyên dawî yên li ser malpera Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Înfaza Cezayê (CISST) de, bi giştî li Tirkiyeyê bi kapasîteya 291 hezar û 592 kesî digire 279 girtîgehên girtî, 90 girtîgehên serbixwe yên vekirî, 4 malên perwerdehiya zarokan, 9 girtîgehên zarokan, 10 girtîgehên girtî yên jinan, 8 jî yên vekirî yên jinan hene. Girtîgeha zarokan jî di nav de di 400 girtîgehan de 356 hezar û 587 girtî hene. 127 hezar û 637 girtî li girtîgehên vekirî, 228 hezar û 950 girtî jî li girtîgehên girtî dimînin. 2 hezar û 592 zarokên ji 18 salî biçûktir ku 100 jê keç in di girtîgehan de ne, hejmara zarokên li cem dayikên xwe dimînin jî 383 ye û 14 hezar û 695 girtiyên jin hene. Hejmara girtiyên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane zêde bû, di sala 2019’an de 107, di sala 2020’an de 95, di sala 2021’ê de jî 128 girtiyan. Ji serê sala 2023’yan heta niha 93 kesan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane.
 
Destpêka polîtîkayên tecrîdê 
 
Beriya di destpêka salên 2000'î de girtîgehên bi Ewlekariya Bilind bên avakirin, Tirkiye di sala 1991'an de derbasî qanûneke nû bû. Di nîsana 1991’an de Meclîsê “Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK)” qebûl kir û di vê qanûnê de ev xal hatin bicihkirin: "Li gorî qanûnê girtî di pergaha hicreyê de ya ji 3 kesan pêk tê bên bicihkirin. Bi girtiyên din re têkilî danîn dê bê qedexekirin." Piştî qanûnê li hemberî girtiyan pergala tecrîdê hedî hedî ket meriyetê. Lê belê ji bo pratîzekirina tecrîdê avahiyên girtîgehê qels bûn. Lê qanûn di sala 1991'ê de gava xwe ya yekem avêt. Girtiyên ku di çarçoveya TMK'ê hatin darizandin sirgunê Girtîgeha Tîpa Taybet a Eskîşehirê kirin. Tecrîda ku li vir pêk hat ji ber berdekan di cotmeha 1991'ê de girtîgeh ji bo demekî hat girtin. 
 
Bi hatina AKP re tecrîd 
 
Piştî demek kurt carek din ev girtîgeh hat vekirin û pergala tecrîdê li vir hat bidawîkirin lê hikûmet avakirina girtîgehên nû yên bi tîpên hicreyê berdewam kir. Li vir tecrîd neket meriyetê, girtî di qadên hevpar de kom dibûn ev tişt serbest bû. Lê piştî sala 1999’an Wezareta Edaletê li hemberî girtiyên TMK'ê li Girtîgeha Tipa Taybet a Kartalê li hemberî girtiyan tecrîdê xist meriyetê. Di sala 2000’î de li Girtîgehên Nîgde, Afyon, Burdur, Amasya, Nevşehîr, Elbîstan, Ceyhan, Yozgat û Çankiriyê li gorî pergala hicreyê carek din hatin dizaynkirin. Girtîgehên din wekî Girtîgeha Tîpa Taybet a Kartalê hatin çêkirin. Bi komên Girtî bi 2 an jî 5 kesan bêyî temas bi girtiyên din re dayîn, beyî falîyet, spor û perwerdê pergalek hat birêvebirin. Girtiyên TMK'ê yên li Girtîgeha Tîpa Taybet a Kartalê diman heftê 7 rojan 24 saetan di hicreyan de hatin rawestandin û heftê tenê nîvsaetê mafê hevdîtinê ji bo malbatan hat dayîn. Ev sêpandin nîşaneya Gîrtîgehên Tîpa F û Girtîgehên Ewlekariya Bilind bû. Vê demê Girtîgehên Tîpa F neketibûn meriyetê. 
 
Li 10 bajaran 14 girtîgehên tîpa F 
 
Girtîgehên Tîpa F a ku yek ji girtîgehên Ewlekariya Bilind e, di salên 2000'an de dest bi faaliyetê kir. Tîpa F a ku li ser esasê îzolasyon û tecrîda civakî ye û binpêkirinên mafan ên herî giran lê tên jiyîn, girtîgehên ku girtiyên siyasî bi gelemperî di hucreyên 3 kesî yan jî yek kesî de tên ragirtin û ragihandin hema bêje bi temamî tê astengkirin. Li Edene, Enqere, Bolu, Bursa, Edîrne, Îzmîr, Kirikkale, Kocaelî, Tekîrdag û Wanê li 10 bajaran 14 girtîgehên tîpa F hene.
 
Mîmariya Tîpa F...
 
Tîpên F xwedî kapasîteya 370 kesî ne û ji sê blokên sereke pêk tên. Di her blokê de hucreyên yek û sê kesan hene. Ew bi tevahî ji bo 370 girtiyan hatiye avakirin. Ji bo sê kesan 103, ji bo yek kesî jî 61 hicreyên yek kesî hatine çêkirin. Hemî Tîpên F li ser heman plansaziya mîmarî hatine çêkirin, hucreyên yekane bi qasî 11 m² ne, tevî 1,5 m² tuwalet û qada serşokê. Her çend di van hicreyan jî pencereyek piçûk heye, ew heman qada hewayê bi sê hucreyên cîran re parve dikin. Ji hêla din ve, hucreyên sê kesî jî wekî du-qatî yên 25 m² têne sêwirandin. Li vir li qata jêrîn maseyek û sê kursî di metbexê û dolaban de ne, tuwalet û serşok li vir di beşeke cihê de ne. Aliyekî vê beşê ber bi korîdorekê ve û aliyê din jî ber bi hewara betonê ya bi dîwarên bilind ve bi qasî 50 m² vedibe. Ev qada werzîşê jî 8 metre bilind e.
 
Pêvajoya vekirina girtîgehên Tîpa F wekî êrişeke bi xwîn ket dîrokê. Di 19'ê kanûna 2000'an de bi navê "Vegera Jiyanê" êriş birin ser girtîgehên Tîpa F. Di êrişê de 30 girtî hatin qetilkirin. 
 
Mafên girtiyan hatin tên binpêkirin 
 
Li wan girtîgehan gelek mafên girtiyan hatin xespkirin. Sohbeta di navbera girtiyan, hatina li cem hevdû yek car hatin astengkirin. Li girtîgehan tecrîda civakî û derûnî bi hev re hatin meşandin. Gelek sazî, komele û rêxistinên sivîl li dijî muameleyên xirab bertek nîşandan da. Komîteya Rawestandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) li dijî Girtîgehên Tîpa F di sala 2001'ê de raporek aşkera kir û sêpandinên tecrîdê rexne kir. Li hemberî rexneyên ku pêk hatî bêtir tecrîd li girtîgehan hat girankirin. Mirina girtiyên nexweş mînakên şênber in.
 
CPT'ê gelek tespît û pêşniyar kirin...
 
CPT’ê di raporên xwe yên li ser pêkanîn û tecrîda li girtîgehên Tîpa F de diyar kir ku hevdîtina girtiyan bi sohbetên hevpar û tevlîbûna xebatên atolyeyê gelekî kêm in. Di raporêd e hat ziman ku girtî tenê hefteyê 5 saetan li derveyê hucreyê diman û di nava vê dema 5 saetan de birine hin atolye, werzîş û hewayê. Yekane qada ku girtiyan dikaribûn bicivin ev çalakiya werzişî bû. Hat diyarkirin ku ev çalakiyên werzîş û atolyeyê bi komên pir biçûk hatine kirin. Tevî ku CPT’ê der barê girtîgehên ku tecrîd lê tê meşandin de gelek tesbît û pêşniyar kirin jî, lê mirov dikare bibîne ku rejîma înfazê ya Tirkiyeyê ji tesbîtên raporên salên 2000’î xerabtir bûye. 
 
CPT'ê raporên xwe vedişerê
 
CPT ji roja damezrandina xwe û vir ve û piştî girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di raporên xwe de rexne û pêşniyarên li ser tecrîd û rejîma înfazê ya Tirkiyeyê tîne ziman. Lê Tirkiye li hemû girtîgehan û Îmraliyê pergala tecrîdê berfireh kir.  CPT di her rapora xwe de bal kişand ser encamên tecrîdê ya ku dê bi xwe re zerarê bîne jî Tirkiye gav navêje. Lê derbarê Tirkiyeyê de jî tiştek nayêkirin. Lê Îmraliya ku ev 28 meh in agahî nayê girtin, CPT'ê raporên xwe ji raya giştî vedişêre.
 
* Di Girtîgehên Ewlekariya Bilind û Tîpên S û L rewşa fizîkî û derûnî (2)