Ji Dîcle Muftoglu banga ‘parastina rojnamegeriyê’

  • 09:05 6 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, ji bo rûniştina doza 16 rojnameger ên ku dê di 11’ê tîrmehê de li Amedê bê dîtin banga tevlibûnê li rêxistinên pîşeyî, rojnameger û rayagiştî ya demokratîk kir.
 
Navenda wê Enqere di çarçoveya lêpirsîna hatibû destpêkirin de li 15 bajaran operasyon pêk hatin û nav de hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglu jî nav 16 rojnameger hatin girtin. Dîcle Muftluoglu beriya doza ku wê di 11’ê tîrmehê de bê dîtin ji girtîgeha Jinan a Sîncanê banga tevlibûna rûniştinê kir.
 
‘Dîcleyê di peyama ku şand de wiha got: 
 
“Azadiya fikr û ramanê û çapemeniyê her diçe xera dibe. Ceza, sansûr û astengiyên li pêş rojnamegeran xebatan tîne asta rawestandinê. Li gorî daneyên rêxistinên pîşeyî; tenê di meha hezîranê de di hefteya ewil de bi hezaran nûçe hatine astengkirin, qedexekirin û sansûrkirin. Sala borî desthilatdariyê qanûna sansûrê kir meriyetê û bi vê qanûnê re tabloya heyî hîn bêtir giran bûye. Ya rast ji pêkanînên desthilatdariyê re qilif hatine çêkirin. Desthilatdarî bi destê daraz û hêzên ewlehiyê di her pêngavê de êrişê rojnamegeriyê dike. Aliyê herî tarî yê vê tabloyê rastiya rojnamegerên girtî ava dike. Di raporên DFG yên mehan de hejmara rojnamegerên girtî her diçe zêde dibe. Li gorî van daneyan 90 rojnameger hatine girtin. Bi van girtinan hewl didin ku rojnamegeran bitirsînin.
 
Wê zîhniyeta wan bê darizandin
 
Di hezîrana 2022’yan de 20 hevalên me hatin binçavkirin. 16 rojnameger hatin girtin. Safiye Alagaş ji ber dosya wê hat cudakirin ji aliyê dadgehê ve hat berdan. Di 11’ê tîrmehê de wê 15 jê girtî 18 hevalên me derkevin pêşberî dadger. Saleke ev hevalên me girtîne. Wê derkevin pêşberî dadger û zîhniyeta ku wan bidarizîne, wê bê  darizandin. Hevalên me dema hatin girtin ji Stenbol, Enqere, Amed piştevanî hat nîşandan. 
 
Ez bang li hemû rêxistinên pîşeyî, parêzvanên maf, dikim ku di 11’ê Tîrmehê de li ber Edliya Amedê bên gel hev û bi yek dengî bêjin ‘Em ji rojnameger û rojnamegeriyê re azadiyê dixwazin’. Ji bo parastina rûmeta rojnamegeriyê em em biqîrin. Em bi hev re ji bo xilaskirina rojnamegeriyê biqirîn.”