Jiyana nû bi fikra komara demokratîk pêkane!

  • 09:06 8 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku komploya navneteweyî ya dikeve 25 saliya xwe vala hatiye derxistin û got: “Divê Birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî azad be û fikra xwe bixwe ji civakê re îfade bike. Divê teza komara demokratîk bixwe ji mîlyonan re ragihîne û bike jiyanê.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de bi piştgiriya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de jî bi komployê radestê Tirkiyeyê kirin. Di ser komployê re 25 sal derbas bûn. Abddullah Ocalan ku ji roja hatiye girtin tê tecrîdkirin ev 31 meh in tecrîd hatiye girankirin û ne parêzer ne jî malbat nikarin hevdîtinê bikin û tû agahî jê nayê girtin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji roja hatiye girtin bi xebat û perspektîfên xwe pêşniyarên çareseriyê datîne holê. Fikir û nêrînên wî ji aliyê hemû gelan ve wek çareseriya pirsgirêkan tê dîtin. Îro ji Afrîkayê heta Kurdistanê ji Avustralyayê heta Misirê gel li dora ‘Paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê’ tên gel hev.
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr der barê fikriyata Komara Demokratîk de ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.
 
‘Komara li ser Tirkbûnê hatiye vakirin’
Esengulê piştî Osmaniya komara li ser yek nasnameyê hatiye avakirin û got: “Piştî sedsala 19’emîn ku împaratorî belav bûn û rejîmên nû hatin avakirin re daxwaza azadî û wekheviyê jî bilind bû. Şerê yekemîn yê cîhanê û şerê parvekirinê bû wesîleya parçebûna Împaratoriya Osmanî. Wê demê çîroka nasname, netewa nû ya ji ser Tirkbûnê hat avakirin. Parlamentoya ewil parlamentoyeke ku hemû gel di hewand bû. Lê piştî vê di çarçoveya peymana Tirkbûnê li ser tasfiyekirina nasnameyan welat hat avakirin.”
 
Ji erdnîgariya komkujiyan berbi rêya sêyemîn…
 
Esengulê di nav vî 100 salên di ser avakirina komarê de derbas bûye li hember gelan tevgerên tasfiyeye pêk hatine û bi îlankirina komarê û piştî wê bi pêvajoyên wek înkilap bi nav dikirin hewl dan civakê ava bikin. Esengulê wiha dirêjî daye: “Ev li dijî rastiya vê ax û erdnîgariyê bû. Komar li ser tûnekirina fikr, bawerî û aliyên civakê yên cuda hat avakirin. Li hember kesên ku ev red kirin polîtîkayên komkujî û êrîşan pêk anîn. Komjiya herî mezin jî li Kurdistanê pêk anîn. Ne tenê kurd, rûm, ermenî, suryanî li her derê Tirkiyeyê komkujî li hember gelan pêk anîn. Ev bi awayekî sistematik meşiya. Em wek kesên fikriyata rêya sêyemîn diparêzin, teza me ya komara Demokratîk heye. Em dixwazin vê bikin jiyanê.”
 
Ji fikriyatê ditirsin!
 
Esengulê di berdewamiyê de daxuyakirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî rêveberiya komarê, fikriyata komara demokratîk pêş xistiye û got: “Bi vê fikriyatê hebû gel, ziman, bawerî û çand tên parastin. Bi vê fikriyatê her kes bêyî xwer biguherînin, bêyî ji xwe tavîz bidin dikarin biryarên der barê xwe de bidin. Jiyanek ku xweza û mirovahiyê esas digire pêkane. Rojava mînaka vê ye. Lê hêzên serdest ji vê fikriyatê ditirsin.”
 
‘Fikra birêz Ocalan tê tecrîdkirin’
 
Esengulê balkişand ser tecrîda ku 24s ale didome û ev tişt bi lêv kir: “Birêz Ocalan di bin tecrîda giran de tê girtin û armanca vê eve ku pêşî li fikriyata wî bê girtin ku negihêje gelan. Belkî nikarin fikra wî tecrîd bikin lê bi tecrîdkirina wî hewl didin ku pêşî li fikra wî bigirin. Bi komploya navneteweyî re ev rêbaza tecrîda taybet xistin jiyanê. Tevî hemû astengiyan fikriyata komara demokratîk li hemû cîhanê belav bû. Komplo vala hat derxistin. Paradîgma li hemû cîhanê belav bû.”
 
Çareserî di xeta têkoşîna hevpar de ye
 
Esengulê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Ji bilî me li her dreê cîhanê têkoşîna mîlyonan, kedkaran û ya jinan heye. Divê neyê jibîrkirin ku riya tengezarkirina desthilatdariyan bi têkoşîna hevpar pêkane. Li dijî vê globalbûnê divê ligel têkoşîna gelê Kurd cih bigirin, têkoşîna ked, xweza û azadiya Gelê Kurd bibe yek. Hemû demokrat, şoreşger û kemalîst dema pêş de di bin xetereyê de ne. Çareserî jî xeta têkoşîna hevpar e.”
 
Têkoşîna topyekun
 
Esengulê, destnîşan kir ku komploya navneteweyî bi awayên cuda didome wiha dawî lê anî: “Komplo tenê bi tecrîdkirina Birêz Ocalan ne pêkane. Paradîgma jî di bin tecrîdê ye. Hemû zext û êriş di çarçoveya vê tecrîdê de pêk tên. J iber vê divê em berê xwe bidin têkoşîna topyekun. Divê Ocalan bi civakê re bê gel hev û fikrên xwe bixwe îfade bike. Divê Birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî azad be û fikra xwe bixwe ji civakê re îfade bike. Divê teza komara demokratîk bixwe ji mîlyonan re ragihîne û bike jiyanê.”