Zaroka destdirêjî lê hat kirin di bin parastina dewletê de jî tundî dît

  • 09:30 20 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Rojda Aydin
 
ÎDİR- Li Îdirê dayika zaroka ku destdirêjî lê hat kirin  M.A., destnîşan kir ku keça wê dema li Îdirê li yûrdê di bin parastinê de bûye bi tundiyê re rû bi rû maye û piştre wê birine bajarekê dinê û got ku dewletê çawa keça min pastiye. Keça min xwe bi xwe ji xwe re li rêyeke çareseriyê geriyaye.
 
Li navenda Îdirê destdirêjî li zarokekê hatibû kirin û piştre jî bi tehdîtan fuhuş lê dabûn kirin. Ji ber şantaj û gefan zarok nikaribû bûyerê ji malbata xwe re vebêje. Di 27’ê Îlonê de zarok çû Midirûyeta Polîsan a Îdirê û behsa tiştên ku jiya kir. Bi îfadeyan ve derket holê ku 6 mêrên bi navê Ferhat Angay, Onur Begeç, Vedat Gîden, Cebraîl Yildiz, Murat Altun û Alîcan Begeç nêzî 4-5 mehan destdirêjî li zarokê kirine û bi şantajê fûhûşê lê dane kirin. Ji 6 kiryaran 4 jê bi sûcê “Êrişa zayendî ya li hemberî zarokê” hatin girtin û kiryarek jî bi şertê kontrola edlî hat berdin. Kiryarek jî hîn windaye.
 
Dayika zarokê,  M.A. ji me re behsa tişta ku hatiye jiyîn kir.
 
Çîroka malbatê çîrokeke gelek bi bandor e. Li aliyekê zext û zilma îktîdarê ya li ser malbatê, li aliyek binpêkirina mafan, çîrokek trajîk bi xwe re aniye. 12 sal beriya niha di di zivistanê de polîsan bi ser malbata zarokê de digirin. Di dema serdegirtinê de bi hov nêzî malbatê dibin û zarokên wan ji ber vê yekê ditirsin. Polîsan kurê malbatê di zivistane de derdixin dervê dixin nava berfê. Piştre jî ji ber sedemeke ne diyar zarok nexweş ket. Bavê zarokê ku hatibû binçavkirin hat girtin û ji ber xebatên siyasî 5 salan di girtîgehê de ma û beriya 7 salan ji girtîgehê derket. Zaroka ku 12 sal in tedawiyê didît û nav nivînan de bû, beriya 3 mehan jiyana xwe ji dest da.
 
3 meh pêşî kurê wê jiyana xwe ji dest da
 
Dayik M., wiha behsa wê demê kir: “Hevjînê min tu kesî nekuşt û zirarê neda kesekî. Dema ser malê de girtin min dît ku kurê min derxistine kirine nava berfê. Tu sûcek hevjînê min tune bû û çi ji kurê min xwestin. Ji ber ew kirênên wan şûnde 7 roj şûnde min dît ku kurê min dilerize û gotinên bê wate dibêje. Ji ber tirsa wan kete vê rewşê. Min kurê xwe bir cem hekîmên kurdî, wan ji min re gotin ji ber tirsê wisa bûye. Derûniya kurê min wê demê xirap bû. Min bir nexweşxaneya Erziromê, lê qebûl nekirin. Ji ber ku bijîşken nexweşxaneyê ji wî re çare nedîtin. Piştre min bir Enqereyê û li wir gotin nexweşiya epîlepsî lê peyda bûye û vîrûs ji ber bil ez mêjiyê wî dixe rewşa wî xirap dibe. Ji min re gotin dê mehekê de hûcreyên mêjiyên wî dê bimirin û li erdê bimîne. Kurê min roj bi roj heliya û nav nivînan de ma. Lê nexweşiya kurê min wisa tunebû. Êdî min nizanibû ku çawa bikim. Kurê min beriya 3 mehan jiyana xwe ji dest da.”
 
‘Şantaj kirine û gef lê xwarine’
 
M., destnîşan kir ku dema ew û hevjînê xwe li nexweşxaneyê bi tedawiya kurê xwe ve bijûl bûne ev bûyer pêk hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez li kar bûm. Kurê min hatiye malê û dema hatiye malê dîtiye ku hin kes di malê de ne. Kurê min gotiye qey dizin ketine malê. Çawa ku ew dikeve malê ev kes ji pacê malê direvin û diçin. Kurê min bi tenê pişta yekê ji paşve dîtiye. Keça min jî ji ber gelek tirsiyaye ji malê reviyaye û xwestiye biçe emniyetê. Keça min piştre bi rêya telefonê ji min re got. Dema ew xwestiye biçe emniyetê dîtiye ku ew kesên ku destdirêjî wê kirine û gef lê didin xwarin li ser rêne. Ji zaroka min re gotine ‘were em ê bi te re biaxivin’. Zaroka min digot ger ku ez biçûma dibe ku min bikuştina. Ew kesane nêzî saetekê di taxê de mane. Ji tecawizkaran yek ê bi navê Vedat li pey keça min ketiye, ji bo ku li emniyetê navê wan nede.  Ji ber vê yekê keça min xwe ji wan jî veşartiye û bi awayekê çûye emniyetê. Nêzî saetekê em keça xwe geriyan, lê me nedît. Ji ber ev kesên ku ketin mala me jî me ji emniyetê re gilî kir. Di be ku agahiya malbata wan jî ji vê yekê heye. Ev kes kurê min dixapînin bang dikin û dibin sûkê, bi xwe jî tên tecawizê keça min dikin û lê gef didin xwarin. Vîdeoya keça min kişandine û bi vê yekê gef lê xwarine. Ji ber vê yekê keça min nekaribûye ji me re bêje. Her wiha pereyê me yê malê jî dizîne. Lê ve kes her carê li ber mala me sekinin." 
 
'Keça min pir ditirsiya'
 
M., bi lêv kir ku hem tecawizê keça wê hatiye kirin û hem jî kiryaran fûhûşê lê dane kirin. M., da zanîn ku zaroka wê dema li dijî vê yekê derdixeve bi dîmen tê tehdîtkirin û wiha pê de çû: “Keça min tirsiya ku zirarê bidin malbatê. Ji keça min re gotine ‘Ger tu gotina me nekî em ê eroînê bidin birayê te yê biçûk’. Lê ev kiryar li emniyetê ev bûyera ku plankirine jî negotine, veşartine. Her carê me şopandine. Dema ez ji bo kurê xwe diçûm nexweşxaneyê min şopandine. Keça min ji ber wan derî kilît kirine, lê ew bi hin amûran ve paceyên du odeyên me xirapkirine û ketine hindûr. Her wiha ji ber gefan keça min birine cihek dinê jî û bi zorê fûhûşê lê dane kirin. Onur û Vedat her carê dema min ditîn dipirsîn tu yê biçû ku derê. Lê min nizanibû vê yekê kirine. Em nizanin lê dibe ku tiryakê jî bi zorê dabin keça min. Keça min tu tiştî venedixwar, derûniya wê xirap bûbû. Her carê bernameya Esra Erolê dinêrî û ji xwe re çareyek dinêrî. Ji ber kurê xwe yê nexweş min vê yekê qet ferq nekir. Keça min bi zorê birine li cem 3 kesên temenê wan mezin jî. Lê keça min wan nas nake.”  
 
Îdîaya tecawizê kesên dinê jî kirine
 
M., da xuyakirin ku kiryar di heman demê de li taxê tiryakê bikar tînin û wiha domand: “Ev kes her tim zextan li ser taxê dikin. Diketin malên xelkê diziyê dikirin. Onur û Alîcan her tim tiryakê bikardianîn. Her wiha li gor agahiyên ku me bihîtistine ev kesane diziya hin malbatên dinê jî kirine û tecawizê zarokên wan jî kirine. Lê belê li ser bûyerê hatine girtin. Hemû kesên taxê ji var ditirsin û nikarin dengê xwe derxin. Malbatên wan ji ber ku xwedî li wan derneketine îro ew jî vê tiştê anîne serê zaroka min. Ew di nava her bûyerê de ne. Em ev meheke vê bûyerê hîn bûne. Dema em bûyerê dinêrin gelek kes hene û ji ber vê yekê li gor me ev bûyer demek dirêje bûye.”
 
Zaroka ku di bin parastinê de tundiyê dît?
 
M., da zanîn ku piştî bûyer derket holê şûnde ji bo ewlehiya zarokê dewletê zarokê kiriye bin parastinê û got ji ber vê yekê qet keça xwe nedîtiye. M., wiha axivî: “Rayedarên dewletê got em ê zarokê biparêzin. Destûrê nedan em keça xwe bibînin û biaxivin. Keça min dema li vê derê yûrdê de bû birayê Mûrat li dora yûrdê digeriya. Her wiha hin kes kirine hindûrê yûrdê. Keça min li yûrdê bi tundiyê re rû bi rû maye. Keça min geriya got ew kes tim li dora yûrdê bûne. Di yûrdê de keça min tehdît kirine û gotine ‘Îfadeya xwe paşve vekişîne û em bi malbata te re rûnên biaxivin’. Lê keça min vê yekê qebûl nake. Ew roja ku wê birine yûrdê êvarê ji aliyê 4 kesan ve rastî êrişê hatiye û tundî lê hatiye kirin. Keça min dema min geriya got ‘Hemû cihê min reşînê bûye û min darp raporû girtiye. Min vê yekê ji peywirdareke yûrdê re jî got û ew jî zane.’ Piştî ev bûyer dibe keça min dibin yûrdeke bajarekî dinê. Dema bi telefonê min geriya behsa van hemûyan kir. Li ser vê yekê me derbarê yûrda vê derê de gilî kir. Dewletê destûr neda em keça xwe bibînin û pê re biaxivin. Çawa ew dikarin xwe bigihînin wê yûrdê? Dewletê çawa keça min diparêze? Ji bo navê yûrdê xirap dernekeve ser bûyerê digirin. Ez dewletê an keça xwe bawer bikim? Heta niha min çend caran keça xwe geriya ji bo pê re biaxivim, lê belê destûrê nedan.”
 
‘Bila hemû jin rabin li ser piyan’
 
M., di dawiya axaftina xwe de got ew şopdarê vê bûyerê û dozê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesekî ji wan niha winda ye û reviye. Hinek dibêjin reviye Bakuyê û hinek jî dibêjin reviye Stenbolê. Kesekê jî berdane. Çima van kesan nagirin? Ez dixwazim ku hemû kes li dijî vê yerê çalakiyan li dar bixin û bêdeng nebînin. Bila piştevaniya me bikin. Li Îdirê gelek bûyerên bi vê rengî tên jiyîn. Em dixwazin hemû kes piştevaniya me bike. Bila hemû jin rabin li ser piyan û bila jin li pişt min bisekinin.”