'Berxwedana Kobanê carek din dîroka têkoşîna jinê nû kir'

  • 09:04 29 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dan zanîn berxwedana Kobanê carek din dîroka têkoşîna jinê nû kir û wiha gotin:"Têkbirina DAIŞ'ê ya di bajarê Kobanê de, têkbirin û valaderxistina planên dewleta tirk e. Her wiha bi berxwedana jinê, serkeftinên mezin hatin bidestxistin û em ê bi hêza jinê, tevahî herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. "
 
Bi Şoreşa Rojava ya di 19'ê Tîrmeha 2012'an de pêk hat gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke nû ava kirin. Lê belê di 15'ê Îlona 2014'an de bi êrişên DAÎŞ'ê hat xwestin ev jiyan bê astengkirin. Hat xwestin bi van êrişana destkeftiyên şoreşê ji holê bên rakirin. Li dijî êrişên DAÎŞ'ê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bexwedaneke mezin dan. DAÎŞ a ku cîhan jê ditirsiya û dihat bawerkirin ku têk naçe bi vê berxwedanê têk çû. Cara yekem li Kobanê têk çû. Ev serhildan li hemû cîhanê belav bû û biryar hat dayin ku 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bê îlankirin. Ji wê dîrokê heta niha li cîhanê ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê çalakî tên lidarxistin. Lê belê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
 
Jinên li Helebê bal kişandin ser girîginî û taybetmendiya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û têkoşîna ku li dijî êrişan tên dayin. Jinan gotin:"Berxwedana Kobanê ji bo tevahî cîhanê bû mînaka berxwedanê."
 
'Ev roj ji bo me pir wetedar e'
 
Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Jiyan Bekir, derbarê wateya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de wiha got:"Em di gelek rojên bi coş û têkoşîna wan zêde re derbas dibin. Bi taybet bi hatina 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê em gelekî bextewar in. Ev roj ji bo tevahî gelên herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwedî weteyek giran e. Ji ber 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê sembola aştî, berxwedan û wekheviyê ye loma jî girîng û pir watedar e. "
 
'Bi berxwedanek bêhempa hemî planên terorî vala hatin derxistin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Jiyanê bal kişand ser planên ku di bajarê Kobanê de hat xwestin ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê bên cih û wiha lê zêde kir:"Di bajarê Kobanê de şerekî pir giran qewimî. Di vî şerî de hat xuyakirin ku şerê bi ser Kobanê de hat kirin ne planek tenê ji aliyê dewleta tirk ve bû. Bi destên hêzên dewletên navneteweyî jî planek li hember Kobanê hat kirin. Bi planên xwe yên qirêj hewl dan ku bajarekî ji herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bixin bin desthilatdariya xwe. Xwestin bûyera ku li Şengalê dan qewimandin carek din di Kobanê de nûjen bikin lê rastî berxwedanek bêhempa ya gelê herêmê hatin û gel plan vala derxist. Bi berxwedanek bêhempa hemî planên terorî vala hatin derxistin. "
 
'Berxwedana Kobanê carek din dîroka têkoşîna jinê nû kir'
 
Jiyanê li ser rola jinan a di berxwedana Kobanê de wiha dirêjî da axaftina xwe:"Bê guman jina kurd jî roleke xwe ya sereke û girîng di şerê Kobanê de û di serkeftina wê de lîst. Şerkirina jinên kurd a ji bo têkbirina dagirkeriyê ne cara yekem e. Ji ber dîroka kurdan her bi berxwedan û têkoşîna jinan dagirtiye. Jinên kurd di dîrokê de her carê berxwedan, pêşengî û fedakarî kirine. Jinên kurd hîn jî berxwedanê dikin. Berxwedana Kobanê carek din dîroka têkoşîna jinê nû kir."
 
'Berxwedana Kobanê ji bo tevahî cîhanê bû mînaka berxwedanê'
 
Di heman demê de Jiyanê da xuya kirin ku berxwedana Kobanê ji bo tevahî cîhanê bû mînaka berxwedana bi rûmet û di encamê de gelek dewletên cîhanê bi Kobanê re bûn yek û wiha pê de çû:"Ji ber ku di Kobanê de berxwedanek bêhempa hat kirin gelek dewletên cîhanê bi vê berxwedanê re bûn yek. Li gelek deverên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Bi vî awayî hat daxwazkirin ku 1'ê Mijdarê bibe Roja Kobanê ya Cîhanê û bi vî awayî berxwedana gelê kurd a li Rojava, bi taybet li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo cîhanê tev hat ragihandin."
 
'Hêviya bidestxistina Kobanê hîna winda nekiriye'
 
Di dawiya axaftina xwe de Jiyanê da eşkerekirin ku dewleta tirk daxwaz dike di roja me ya îro de carek din Kobanê dagir bike û ev yek jî di encama dewamkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê diyar e û got:"Di roja me ya îro de dewleta tirk her êrîşên xwe bi ser herêmên me de dide dewamkirin. Dewleta tirk ew hêviya bidestxistina bajarê Kobanê hîn winda nekiriye û hîna jî çeteyên xwe perwerde dike da ku carek din di Rojava de belav bike lê bi binketina planên dewleta tirk û terora DAIŞ'ê negihaştin armanca xwe. Ev di heman demê de bû binketina tevahî welatên ku alîgiriya teror û dewleta tirk kiribûn. Binketina wan ji bo me bû sembola berxwedana me."
 
'Berxwedana Kobanê li cîhanê deng da'
 
Endama Meclisa Gulê Selmo, Fîdan Mehmûd jî derbarê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de wiha got:"Piştî ku şer li Kobanê qewimî û ew berxwedana mezin tê de hat kirin, di encamê de gelek bajarên cîhanê bi berxwedana Kobanê re bûn yek. Bi vî awayî 1'ê Mijdarê bû roja Kobanê ya Cîhanê. Berxwedana jinên kurd a di şerê Kobanê de li çar aliyên cîhanê deng veda. Di wî şerî de piranî xelkê bajêr di şer û eniya şer de cih girtin û bi sedan berxwedêrên jin, di şer de gihiştin asta şehadetê û navên xwe di rûpelên dîrokê de neqişandin."
 
Di dawiya axaftina xwe de Fîdanê peyama rizgarkirina cihê hatine dagirkirin da û wiha got:" Bi berxwedana jinê û tevahî gelê kurd em ê her deverek me ya di bin dagirkeriyê de rizgar bikin. Ev jî wê bi fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bibe."