Şaredariya Patnosê di bin banê Teşiyê de xebatên jinan didomîne

  • 09:02 10 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
AGIRÎ - Wekîla Hevşaredara Patnosê Nezahat Guler, der barê xebatên di aliyê jinê de axivî û anî ziman ku ji ber saziyên jinê tunebûne wan Navenda Piştevaniya Jinan a Teşiyê sala borî vekirine û di bin navê wê de xebatên jinan mal bi mal û kolan bi kolan dimeşînin. Nezahatê, bi lêv kir ku divê hemû jin bibin yek û siberojên xweş li benda wan e.
 
Şaredariya Patnosê ya Agiriyê di hilbijartinên herêmî yên Adara 2019’an de ket destên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Şaredariya Patnosê dema di destên AKP’ê de bû, gelek kêmasiyên wê hebû û di bin deynan de mabû. 4 sal in şaredarî di destên HDP’ê de ye. Di 28’ê Tîrmeha 2022’yan de Navenda Piştevaniya Jinan a Teşiyê hat vekirin û bi vê yekê re jin hewl didin ku pirsgirêkên jinan çareser bikin. Şaredarî 4 sal in bi xebatên xwe armanc dike ku jinan tevlî nava civakê bike.
 
Wekîla Hevşaredara Patnosê Nezahat Guler, têkildarî xebatên di aliyê jinê de axivî.
 
‘Şaredarî di bin xirbeyan de bû’
 
Nezahatê, anî ziman ku wan dema şardarî ji AKP’ê girtine wek xirbe girtine û got şaredarî gelek zê de di bin deynan de bûye. Nezahatê, destnîşan kir ku beriya wan bajerekî wêrankirî hatibû hiştin û wiha got: “Beriya ku em şaredariyê werbigirin peymana ji bo gaza xwezayî hatibû îmzekirin û ji bo vê yekê ew xizmet hat Patnosê. Piştî ku me şaredarî wergirt ji ber van xebatên gaza xwezayî me nekarî li Patnosê xebatekê bimeşînin. Me nikaribû rêyan çêbikin û pirsgirêkên kêmasiyan çareser bikin. Lê me carna xebatên gaza xwezayî dida sekinandin û xebatên xwe dikir. Niha li bajêr ji sedî 40 me asfalt çêkirine, rê temam kiriye. Dema me şaredarî girt, me nikaribû tu tiştekî bikin. Ji ber ku şaredarî gelekî di bin deynan de bû. Ji ber deynê heyî pereyê ku ji banqeyê dihat dîrek ji ber deynan dibirîn.”
 
Navenda Piştevaniya Jinan a Teşiyê vekirin
 
Nezahatê, bi lêv kir ku wan piştî ku şaredarî girtine şûnde sala borî “Navenda Piştevaniya Jinan a Teşiyê” vekirine. Nezahatê, diyar kir ku ji ber saziyên jinan tunebûne wan pêdivî bi vekirina saziyê dîtine: “Bi vê mebestê me jî Navenda Piştevaniya Jinan a Teşiyê vekir. Me xwest ku hemû jin bikaribin bên serlêdana vê derê bikin. Piştî ku me ev der vekir, gelek jin hatin serlêdan kirin û pirsgirêkên xwe ji me re vegotin. Em jî di aliyê hiqûq, madî û manewî de çi ji destên me tên dikin. Her wiha li vê derê du civaknasên me jî hene. Her wiha wekî ku hûn jî zanin erdhejek mezin bû û ji vê erdhejê gelek jin û zarok jê bandor bûn. Kesên ku ji cihên erdhejê hatine vê derê em alîkariyê bi wan dikin. Carinan civaknasên me diçin malên wan û carna jî em wan tînin, saziyê û piştevaniyê dikin. Em her tim bi jinan re bûn. Her wiha me ji bo jinan gelek xebatên cuda jî kir. Li ser mijara pençeşêra memikan me semîner da jinan. Ji xeynî vê yekê jî em ji bo jinan xebatên cûr bi cûr dikin.”
 
‘Jin xwe zêdetir bi rêxistin dikin’
 
Nezahatê, destnîşan kir ku Patnos cihekî feodal e û ji ber vê yekê li ser jinan gelek zêde zext hene her polîtîkayên dewletê yên li ser jinan jî heye ev jî bandorê li jinan dike û ji ber vê yekê jin nikarin dengê xwe ragihînin derve. Nezahatê, diyar kir ku ew li dijî vê yekê bi jinên şaredariyê û Teşiyê re li Patnosê mal bi mal digerin û xwe digihînin hemû jinan. Nezahatê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku jin me dibînin gelek kêfxweş dibin û ji vê yekê hêzê digirin. Li aliyekî dinê jî partiya me partiyek jinan e û jin jî dema ku dibînin partî girîngiyê dide jinan xwe zêdetir bi rêxistin dikin. Em bi jinan re rûdinin pêvajoyê dinirxînin. Dema ku em pêvajoyê dinirxînin û fikrên jinan digirin jin zêdetir xwe baş tînin ziman. Jin jî dibînin ku HDP pêşiya jinê vedike. Ew hêzê ji rêxistina jinê digirin. Her wiha di encama xebatên xwe de me şahiya jinan li dar xist û hezar û 500 jin hatin cem hevdû.”
 
Xebata li dijî polîtîkayên şerê taybet 
 
Nezahatê, bal kişand ser tiryaka ku li bajêr hatiye belavkirin û got ciwan îro ketine tora tiryakê. Nezahatê, da zanîn ku bikaranîna tiryakê kezeba wan xwîn dike û ew li dijî vê yekê disekinin û wiha dom kir: “Li Kurdistanê zarokên kurdan bi destên desthilatdariyê ketine nava tora tiryakê. Tiryaka ku bi destên wan tê belavkirin pêşiya wê nayê girtin. Divê pêşiya vê tiryakê demildest bê girtin. Hem li dijî tiryakê û hem jî li dijî qirkirina jinê em li kolanan xebatan dimeşînin. Li Patnosê bûyerên bi vî rengî gelek zêde bûne. Her wiha di temenê biçûk de zewac jî gelek zêde bûne. Ji bo ku em gelê xwe di vê hêlê de hişyar bikin, em xebatên tax û kolanan dimeşînin. Divê hemû kes li dijî van polîtîkayan xebatan bimeşîne.”
 
‘Siberojên xweş li benda me ne’
 
Nezahatê, destnîşan kir ku ew li dijî van polîtîkayên şerê taybet in û ji bo berê ciwanan bidin çandê hewl didin dest bi xebatan bikin û wiha axivî: “Navenda Çand û Hunerê ya şaredariyê heye. Em niha ji bo ciwan û zarokan bingeha xebatan ava dikin. Em ê bi xebatên çand û hunerê hewl bidin ku berê ciwanan bidin çanda wan.” 
 
'Bi vê yekê re dê jin hebûna xwe bibîne û nas bike'
 
Nezahatê, di dawiya axaftina xwe de got ew ji bo jinan bingeha xebatan ava dikin û wiha got: “Niha ji bo jinan projeyek di destên me de tune ye. Lê ji bo ku bikin proje hin xebatên me hene. Ji plansaziyek me yek jî ew e ku jinan di karê park û hewşê de bikin kar. Lê ev hîn nebûye proje. Em dixwazin ji bo jinan qadên kar vebikin û bi vî awayî di aliyê aboriyê de jin bila bikaribin li ser nigên xwe bisekinin. Bi vî awayî dê jin mecbûrî mêran nebin. Bi vê yekê re dê jin hebûna xwe bibîne û nas bike. Em hemû jin dema bibin yek em dikarin her tiştî bikin û siberojên xweş li benda me ne.”