Ji bo Pêşangeha Hêviyê eleqeyek mezin hat nîşandan

  • 15:22 6 Adar 2024
  • Çand û Huner
 
STENBOL - TJA, HDK û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê pêşangeha ji xêzkirina jinên girtî pêk tê li dar xistin. 
 
TJA, HDK û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya MKM'ê bi sernavê "Serhildana me ji destekî derbasî destekî dibe ji jinan pêşangeha wêneyan" pêşangeha ji wêneyên jinan pêk tê li dar xistin. 
 
Pêşangehê di saetên sibehê de dest pê kir. Gelek jin tevli pêşangehê bûn. Ji bo Pêşangeha Hêviyê eleqeyek mezin hat nîşandan. 
 
Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş, da zanîn ev pêşangeh bi kedeke mezin hatiye lidarxistin û got girtî tevî hemû şertên dijwar li berxwe didin. 
 
Wê pêşangeh heta saet 18.00'an vekirîbe.