DEM Partî deklarasyona 'Stratejî û polîtîkaya ziman û çanda kurdî' aşkere kir

  • 13:44 12 Adar 2024
  • Çand û Huner
 
AGIRÎ - Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê deklarasyona helwestê ya têkildarî “Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî” eşkere kir û got: "Em ê hemû qadên jiyanê veguherînin kurdî û em ê bibin mîmarên zimanê kurdî û çanda kurdewar."
 
Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser navê hemû rêveberiyên herêmî yên Kurdistanê û yên din, piştî bidestxistina şaredariyan bi deklerasyonekê helwesta xwe ya "Stratejî û Polîtîkaya Zimanê Kurdî û Çanda Kurdewar a Şaredariyên Partiya DEM'ê" bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî Tirbeya Ehmedê Xanî a navçeya Bazîd a Agiriyê hat dayîn. Namzetên hevşardarên Kurdistanê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Daxuyaniya kurdî ji hêla namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û ya kirmanckî jî ji hêla namzeta Hevşaredariya Sûrê ya Amedê Fatma Gulan Onkol ve hat xwendin.
 
‘Zimanê kurdî û kurdewar bi nirxe’
 
Li ser navê Lijneya Ziman û Çandê Heval Dilbahar axaftina vekirinê kir. Heval, da zanîn ku ji bo Gelê Kurd çand û zimanê kurdî bi nirxe û wiha domand: “Lê mixabin sedan salane hêzên hov û serwer û desthiltdar bi êrişên hov ser ziman û çanda kurdewa meşandin. Bi taybetî jî têkoşîna Gelê Kurd sed sal in bêhempa zimanê kurdî û çanda kurdewar nehîştiye li erdê bimÎne. Serdestên hov yên ji bo rakirina zimanê kurdî û çanda kurdewar ji holê ranebûye. Ji ber vê yekê em zimanê kurdî çanda kurdewar li her derê bê navber dimeşînin. Ji bo pêşxistina zimanê kurdî cih rêvebiriyên xwe cihî ne. Ji hilbijartinê re demekê kurt ma. Em ê di encama hilbijartinê de gelek şaredariyan bi dest bixin. Ji ber vê yekê me ê îro stratejî û polîtîkaya zimanê kurdî û kurdewar bi we re parve bikin.”
 
‘Qadeke vê têkoşînê qada rêvebiriyên xwe cihî ne’
 
Neslîhan, anî ziman ku zimanê kurdî û çanda kurdewar du hêmanên bingehîn, xweser û jênegerên neteweya kurd in û got ku jialiyê kurdan ve wekhebûn, xwebûn, rûmet û nasnameyên neteweyî tên pênasekirin. Neslihan, da zanîn ku zimanêkurdî û çanda kurdewar ji ber gelek sedeman hêjî di nava dorpêça tunehesibandin qedexekirin, pişaftin û ji holêrakirinê de ne. Neslihan, wiha domand: “Her cureyê zext û êrişan li ser tê meşandin. Gelê Kurd jî bi salan e ji bo ziman û çanda xwe têkoşîneke bêhampa dimeşîne. Qadeke vê têkoşînê qada rêvebiriyên xwe cihî ne. Li Kurdistanê, erk û peywireke sereke ya rêveberiyên xwe cihî, meşandina kar û xebatên parastin û pêşve birina zimanê kurdî û çand û nirxên kurdewar e. Divê bi taybetî em destnîşan bikin ku ji bo serketina xebatên zimanê kurdî û çanda kurdewar, çawa ku pêwîst e li her qada jiyana civakî xebatên pir alî bên meşandin, ji bo meşandin a wan xebatan jî teqez divê ji serî heya binî em hemû hevşaredar, endamên meclîsê, rêveber û xebatkarên şaredariyên me jî di nava kar û xebatênkurdî û kurdewar de bin.”
 
‘Em ê bibin mîmarên zimanê kurdî’
 
Neslîhan, da zanîn ku ew wek namzetên hevşaradariyên DEM Partiyê û hemû endamên meclîsên me, di çarçoveya rêvebiriyên xwe cihî yên pirzimanî û pir çandî de, bi taybetî ji ber rastiya rewşa zimanê kurdî û çanda kurdewar, dê di hemû kar û xebatên xwe de zimanê kurdî û çanda kurdewar di asta herî jor de esas bigirin. Neslihan, diyar kir ku ji bo parastin û pêşvebirina wan a ji her milî ve her dem û li her derê bi awayekî şênber, domdar, mayînde, afirîner û encamgir her kar û xebatênpêwîst bikin. Neslihan, wiha pê de çû: “Çawa ku nemir Ehmedê Xanî dibêje ‘Vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye’, em jî dê bibin mîmarên zimanê kurdî û çanda kurdewar.”
 
 Neslîhan, xalên ku dane pêşiya xwe wiha rêz kir:
 
“*Berê her tiştî em ê di mijara zimanê kurdî û çanda kurdewar de stratejî, polîtîka, bername, plansazî û karnameyên xwe yên ji bo her qadê amade û diyar bikin; ji bo pêkanîna wan di asta herî jor de budçe, kadro û xebatkaran veqetînin; dê vê yekê bi raya giştî re parve bikin û ji bo pêkanîna wan çi pêwîst be bikin.
 
* Li dijî kiryarên pişaftina li ser zimanê kurdî û çanda kurdewar, em ê her dem, li her qadê û ji her milî ve,li gor proje, bername, karname û plansaziyên xwe yên dem kurt, dem navîn û dem dirêj çalaki û xebatên cur bi cur ên zimanê kurdî û çanda kurdewar pêk bînin.
 
* Ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê em ê li gel hemû sazî dezgehên têkildar di nava têkoşîn û xebatên pêwîst ên domdar de bin.
 
* Ji bo meşandina hemû kar û xebatên kurdî, bi kurdî û kurdewarî, em êdî hemû şaredariyên me de Midûriyetên Parastin û Pêşve birina Ziman û Çandê avabikin.
 
* Ji hevşaredaran bigire heta endamên meclîsê, rayedar, kadro, karmend, şêwirmen dû hemû xebatkarên şaredariyan ji bo ku hişmendiya kurdî bizanibin dê bên perwerdekirin; wek şertekê bingehîn teqez dê di asteke bilind de perwerdehiya kurdî bibînin; axaftin, xwendin û nivîsandinê di asta herî baş de hîn bibin, bizanin.
 
* Materyalên ragihandinê yên şaredariyê yên wekî ragihandin, bangawazî, malperên we bê, rûpelên  medyaya dijital, tabela, pano, afîş, daxuyanî, bangewazî, kar û xebatên rojane û hwd. ên fermî, girseyî û civakî dê di asta herî jor de bi zimanê kurdî jî bin.
 
* Em ê li bin banê şaredariyê bulten, pirtûk, kovar, çavkanî û berhemên din ên kurdî biweşînin.
 
* Ji xizmetên tenduristiyê heta kar û barên perwerdehiyê, ji xizmetên civakî heta xizmetên çandî û aborî, ji xizmetên giştî heta xizmetên ji bo zarok, jin û hemû derdorên din ên civakê, hemû xizmetên şaredariyê dê di asta herî jor de bi kurdî jî bin.
 
* Em ê navlêkirin û nasandina hemû cih û yeke yên şaredariyê, hemû alav û amûrên di bin sîwana şaredariyê de di heman demê de bikin kurdî jî.
 
* Em ê navên gund, tax, bajarok, navçe, bajar û hemû cih, war, jîngeh, wargeh, zindî, heyber û tiştên bi kurdî yên ku hatine guhertin dîsa bikin kurdî û wisa bi kar bînin.
 
* Em ê qadên civakî yên hîndekarî û perwerdehiya zimanê kurdî û çanda kurdewar ên wekî kreş, pêşdibistan, dibistan, malên perwerdehiyê û fêrgeh, malên dengbêjan, malên çîrokbêjan, malên lîstikan, pirtûkxane, xwendingeh, wêjegeh, çandgeh, hunergeh û hwd. ên kurdî ava bikin; li van deran di serî de zarok, ciwan û jin bi hezaran kesan perwerde bikin.
 
* Em ê li gelek deran sazî, dezgeh û akademiyên dîrok, ziman, wêje, çand û hunerên kurdî û kurdewarên giştî û yên zarok, jin û ciwanan ava bikin; di heman demê de li van deran xebatên lêkolînerî, berhevkarî, tomarkarî, hîndekarî, perwerdekarî, nivîskarî, zimanzanî, wêjekarî, çand û hunermendiya kurd û kurdewar bimeşînin; pêşengî û piştgiriya amadekirin û pêk anîna projeyên derbarê wan de bikin.
 
* Em ê li her bajar, navçe, bajarok, tax, gund û jîngehên Kurdistanê ji bo serwerkirina hişmendî, hîndekarî û perwerdehiya ziman, çand,wêje û hunera kurdî û kurdewar hemû xebatên pêwîst bimeşînin, her cureyê bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin.
 
*Em ê di konseyên bajêrên ku dê li ser bingeha temsîliyeta wekhev û demokratîk a kom û civatên xwedî ziman û çandên cuda bên avakirin de zimanê kurdî di asta herî jor de bi kar bînin, bidin bikaranîn û bikin zimanekî sereke.
 
* Em ê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çanda kurdewar û hemû nirxên neteweya kurd,li gel hemû sazî, dezgeh, platform, însiyatîf, sendika, ode, weşanxane, karsaz, esnaf, konseya bajêr û derdorên din ên bajêr,navçe û bajarokan xebatên hevpar ên şênber bimeşînin; ji bo ku li her mal, xan, kolan û taxeke bajar û jîngehên me yên din zimanê kurdî û çanda kurdewar serwer bibe çi pêwîst be em ê bikin.”
 
‘Em bi biryar in’
 
Neslîhan, di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew wek rêvebiriyên xwe cihî yên gelê xwe, ji bo meşandina xebatên li jor û gelek xebatên din ên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çand, wêje û hunera kurdî û kurdewar teqez bi biryar in, ji bo pêkanîna wan çi pêwîst be dê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev sozeke me ya sereke ye ji bo gelê me. Bêguman, em ê vê yekê jî bi gelê xwe re bikin û bi hev re bi ser bikevin. Bi vê boneyê; em bang û gazî li hemû gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî, çand û hemû nirxên kurdewar bi ser ketina hilbijartinên xwe cihî tacîdar bike. Dem dema zimanê kurdî û çanda kurdewar e! Her dem zimanê kurdî û çanda kurdewar; li her derê zimanê kurdî û çanda kurdewar! Ji bo zimanê kurdî û çanda kurdewar her dem têkoşîn, her dem kar û xebat! Serkeftin a zimanê kurdî û çanda kurdewar e!”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê kurdî jiyan nabe” bi dawî bû.