50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in

  • 13:00 16 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - UNFPA’yê da zanîn ku li Gazeyê 50 hezar û 500 jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar hatine hiştin û diyar kir ku zêdetirî 5 hezar û 500 jin dê di vê mehê de biwelidin. 
 
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) li ser platforma medyaya dijîtal daxuyanî da û got ku li Gazeyê 50 hezar û 500 jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar hatine hiştin. Her wiha hate ragihandin ku ji van jinan 5 hezar û 500 jin dê di vê mehê de biwelidin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku hewcehiya van jinên ducanî bi parastina lezgîn û çavdêriya tenduristiyê heye û banga li her du aliyan hate kirin ku li gorî mafên mirovan ên navneteweyî tevbigerin. 
 
Midûrê UNFPA’yê Dominic Allen di kanaleke televîzyonê de axivî û ev tişt anî ziman: “Pergala tenduristiyê ya li Gazeyê hesas e û li ber têkçûnê ye. Ji bo jinên ducanî em gele bifikar in. Tu cihekî ku biçinê tune ye. Divê ev jin bikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê.”