Saziyên navneteweyî li dijî êrişan bang kirin

  • 14:18 18 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Ji Bo Ewlehî û Aştiyê Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan bang li hemû sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo rawestandina qetlîama gelê Filistînê mudaxeleyî Îsraîlê bikin.
 
Înîsiyatîfa Ji Bo Ewlehî û Aştiyê Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan, der barê qetlîama ku Îsraîlê bi êrişa li ser Nexweşxaneya Gazze El Mamedanî (el-Ehli Baptist) pêk anî de, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de sersaxî ji xizmên kesên ku di qetlîama ku ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin de jiyana xwe ji dest dan û ji gelê Filistînê re hat xwestin û ji birîndaran re jî şîfa xêrê hat xwestin.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşa li dijî nexweşxaneyeke tijî birîndar sûcê şer e û wiha hat gotin: “Ev binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye. Banga me ji hemû sazî û rêxistinên navneteweyî re; ji bo rawestandina komkujî û qirkirinên li ser gelê Filistînê ku piraniya qurbaniyên wê jin û zarok in, destwerdanê bikin. Bi lezkirina dermankirina birîndaran pêk bînin. Pêwîste zextek ji bo dîtina çareseriyek lezgîn hebe, beriya ku tevahiya gel were tunekirin."