Di lehiya Ganayê de 26 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin

  • 15:44 18 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Karesata lehiyê ya ku li Ganayê rû da, piştî barana zêde ya ku li rojhilatê welat çend roj berdewam kir, nêzî 26 hezar kes mecbûr man malên xwe biterikînin.
 
Hêzên deryayî yên Ganayê teqez kirin ku wan 8 hezar kes di encama lehiyê de rizgar kirine û ew jî bûye sedema girtina dibistanan ji ber lehiya bendavên hîdroelektrîkê.
 
Rêveberiya Netewî ya Karesatan a Ganayê ragihand ku nêzî 26 hezar kes piştî lehiya ku ji ber barîna barana zêde çend roj in li rojhilatê Ganayê berdewam dike, neçar mane malên xwe biterikînin.
 
Rayedaran da zanîn ku lehî rabûye bi ser zeviyên cotkaran ketiye û bûye sedem ku bendavên hîdroelektrîkê yên Akosombo bi ser bikevin, rayedar neçar mane dibistanan bigirin.
 
Cîgirê rêveberê karesatên niştimanî piştrast kir ku piraniya xelkê ji ber lehiyê ziyan dîtine hejmara wan nêzî 26 hezar kesan bû, ji bo cihekî bi ewle hatin veguhestin ku piraniya wan zarok û jin bûn û gelek ji wan hê jî pêwîstiya wan bi av, xwarin û dermanan heye.
 
Cîgirê rêveberê karesatên niştimanî bal kişand ku ji sala 2010’an vir ve herî zêde lehiyê li herêmê tomar kiriye û got ku heta niha tu kes nemiriye.
 
Hêzên deryayî ragihandin ku wan zêdetirî 8 hezar kes xelas kirine piştî ku li derdora çemê Voltayê li rojhilatê welat bi avê hatine dorpêçkirin, di heman demê de tîmên îcrayê xebatên xwe yên lêgerîna windayan berdewam dikin.
 
Muduriyeta Karûbarên Meteorolojiyê hişyarî da ku dibe welat îsal bibe şahidê barana giran û lehiyê û li Ganayê gelek caran ev rewş diqewime.