Dawî li peywira li zanîngehê ya Mahshid Gohari hat anîn

  • 15:57 18 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
WAN - Bi hinceta piştgirî daye şermezarkirinên piştî qetilkirina Jîna Emînî dawî li peywira Profesora Wêjeyê Mahshid Goharî, hat anîn. 
 
Bi hinceta tevlî çalakiyên Jîna Emînî bûye dawî li peywira Profesora Wêjeyê Mahshid Goharî, hat anîn. Mahshid li Zanîngeha Firdevsî ya Meşhedê ya Îranê dixebitî. Mahshidê bi rêya hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da zanîn dema hefteya ewil dersê dest pê kiriye lijneya rêveberiya zanîngehê ferman daye û ew loma ji zanîngeha ku mîna mala wê bûye hatiye avêtin. 
 
Heta niha 32 profesor hatine îxraçkirin
 
Li gor agahiyên Ajansa Harana ya Nûçeyan bi hinceta piştgirî dane çalakiyên Jîna Emînî herî kêm 36 profesor ji kar hatine derxistin. Hefteya borî rojnameya Etemadê da zanîn ji meha cotmeha borî heta niha ji qadên cuda yên Zanîngeha Azadê 32 profesor hatine îxraçkirin.