Îsraîlê kampa penaberan û dêr kir hedefa xwe

  • 12:26 20 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê êrîşî kampa Nûr Şems a li rojavayê Şerîa û dêra li Şerîda Xezayê kir. Di encama êrîşê de herî kêm 21 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Pevçûna ku bi êrîşên Hemasê yên di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dest pê kiribû û navê  'Tofana Eqsayê' lê kiribû di roja 14'an de berdewam dike. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê êrîşa Îsraîlê ya li dijî Kampa Penaberan a Nûr Şems a li Şerîa Rojava ya ku di bin dagirkeriyê de ye daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hat dayîn  de hat diyarkirin ku êrîşa ji aliyê Îsraîlê ya li dijî kampa penaberan a Nûr Şems ve hat kirin de 5 ji wan zarok 13 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.
 
Îsraîlê 19’ê Cotmehê saet 03:00’an bi saeta herêmî bi wesayîtên leşkerî û dozeran êrîşî Kampa Penaberan a Nûr Şems kiribû. Di daxuyaniya duh a Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê bi balafirên bêmirov a kamikaze (IHA) ya li dijî Kampa Penaberan a Nûr Şems pêk anî de 9 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.
 
Daxuyaniya ku ji aliyê Îsraîlê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li Kampa Penaberan a Nûr Şemsê di pevçûna bi Filistîniyan re polîsek miriye û 9 polîs jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 10 kesên gumanbar jî hatine binçavkirin.
 
Li Xezayê dêra dîrokî bû hedef
 
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser dêra dîrokî ya li Şerîda Xezayê ku Filistîniyên ji cih û warê xwe bûne, xwe spartinê, herî kêm 8 kesî jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
 
Li gorî agahiya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, di êrîşa duh êvarê ya Îsraîlê li dijî Dêra Ortodoks a Yewnanan a Xezeyê de herî kêm 8 kesên ku di nav wan da zarok û jin jî hene jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku mirî û birîndar hê di bin xirbeyan de ne û tîmên rizgarkirinê û ambulansê hewl didin xwe bigihîjînin wan.
 
Di dêrê de bi sedan Filistînî hebûn
 
Nûnertiya Wezareta Karûbarên Hundirîn a li  Xezayê duh êvarê ragihand ku Îsraîlê Dêra Ortodoks a Yewnan a li Xezayê kiriye hedef. Hat ragihandin ku di encama êrîşa Îsraîlê ya li dêra ku bi sedan Filistîniyên ji cih û warên xwe bûne de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
 
Komîteya Bilind a Karûbarên Dêran a girêdayî Serokatiya Filistînê jî di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de bal kişand ku dêr rasterast hatiye hedefgirtin û got: “Ev di çarçoveya Peymana Cenevreyê û gelek peymanên navneteweyî de sûcê şer e. Ev sûcên li Şerîda Xezayê, Qudus û herêmên cuda yên dagirkirî, li dijî sivîlên Filistînî û cihên îbadetê zêde dike."