Rojnamegerên mirina Jîna Amînî ragihandin hatin cezakirin

  • 13:21 22 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
WAN - 2 rojnamegerên ku cara ewil qetilkirina Jîna Emînî ragihandin, hatin cezakirin.
 
Dadgeha Bilind a Îranê biryara xwe ya der barê 2 rojnamegerên bi navê Elahe Mihemedî û Nîlufer Hemedî de ku cara yekê qetilkirina Jîna Amînî ya di 16'ê Îlona 2022'yan de ji aliyê polîsnê ehlaqê yên Îranê ve hat qetilkirin ragihdin eşkere kir. Li gorî biryarê, Elahe ji ber sûcê "hevkariya bi Amerîkayê re ku weke dewleteke dijmin hatiye pênasekirin" 6 sal cezayê girtîgehê, ji ber sûcdariya li dijî ewlehiya neteweyî 5 sal û ji ber sûcê "rêvebirin" jî bi 1 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. 
 
Li aliyê din Nîlufarê jî bi îdiaya "hevkariya bi DYA'yê re"  ku weke dewleta dijmin hatiye pênasekirin û ji ber ku hevkarî  pê re kiriye ji sûcê li dijî ewlehiya neteweyî" 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. 1 sal cezayê girtîgehê jî bi  tewanbariya “propagandaya li dijî Komara Îslamî” lê  hatiye birîn.
 
Dê nikaribin xebatên rojnamegeriyê bikin
 
Her wiha her du jin jî bi hinceta li gorî xalên p, h, heta 2 salan ji endamtiya partî, kom, rêxistin û komeleyan û rojnamegertiyê jî bêpar hatin hiştin.