Li Îsfahanê 10 jinên belûcî hatin binçavkirin

  • 13:13 24 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Îsfahan ê Îranê, bi ser malan de hat girtin û 10 jinên belûcî hatin binçavkirin.
 
21’ê Cotmehê li bajarê Îsfahan ê li navenda Îranê, bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtinan de 10 jinên belûcî hatin binçavkirin û di lêgerînan de kel û pelên şexsî jî hatin desteserkirin.
 
Navên kesên hatine binçavkirin, bi vî rengî ne: “Hosseînî, Arzoo Sobhanîan, Yeganeh Roohbakhsh, Shana Shoghîfar, Bahare Lotfî, Neda Badakhsh (Agah), Mozhgan Shahrezaeî, Yeganeh Sahî, Negîn Khademî û Neda Emadî.”
 
Têkildarî hinceta binçavkirinê û cihê ku birinê, ti agahî nehatin wergirtin.
 
Li Îranê Belûci bi zextên sîstematîk re rûbirû dimînin. Di serê meha tebaxê de, 11 encamên civaka belûcî bi sûcdariya madeyên hişbiyar, hatibûn darvekirin. Rêxistinên Mafên Mirovan diyar kiribû ku belûcî bi rengekî bêyî rêje tên hedefgirtin.