Li Xezayê piştî şer şewb belav dibe

  • 12:24 25 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şerîda Xezayê ku di bin êrîş û dorpêça Îsraîlê de ye piranî zarok di rojekê de di zêdeyî 3 hezar kesan de nexweşiyên cuda yên şewbê hatin tesbîtkirin. Li nexwşxaneyan ji derveyî servîsên lezgîn hemû servîs hatine girtin.
 
Piştî operasyona Hemasê ya bi navê ‘Tofana Eqsayê’ êrîş û ambargoya Îsraîlê li Şerîda Xezayê bi hedefgirtina sivil û warên mirovan, berdewam dike. Di daxuyaniya ku ji aliyê wezareta tendirustiya Xezayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku bi hezaran kesan re nexweşiyên gir, ishal, sorik, nexweşiyên cild û bronşit hatine tesbîtkirin.
 
3 hezar û 150 bûyerên nexweşiyên şewbê hatin dîtin
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Şerîda Xezayê di rojekê de li navendên tendirustiyê hejmarek zêde zarok 3 hezar û 150 bûyerên nexweşiya şewbê hatine tesbîtkirin.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber kêmaniya ava vexwarin û ya bikaranînê pêwîstiyên paqijiya şexsî nayên bicihanîn û wiha hat gotin: “Li navendên bicihbûnê ji ber qerebalixiya zêde nexweşiyên şewbê bi lez belav dibin.”
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewşa nexweşxaneyan xirab dibe û hat bibîrxistin ku li Şerîda Xezayê li dijî pêla şewbek mezin ku nayê qontrolkirin hişyarî hat kirin.
 
Li nexweşxaneyan tenê servîsên lezgîn vekirî ne
 
Li gorî nûçeya BBC’yê; li nexweşxaneyên li Xezayê ji derveyî servîsên lezgîn hemû servîs hatine girtin. Li nexweşxaneyan ji derveyî rezerveyên sotemeniyê ji derveyî servîsên lezgîn hemû beş girtî ne. Nûçegihanê ku di bernameya Today 4 a Radyoya BBC de axivî got: “Piraniya beşên din ên nexweşxaneyê, ji ber xwestin miqdara bikaranîna sotemeniyê kêm bikin hatin girtin. Tenê balê didin  ser rizgarkirina mirovan. Ev jî rewşeke felaket e.”
 
7 hezar û 191 kes mirin
 
Di êrîşa li hemberî Xezayê de 308 leşker, hezar 3u 400 Îsrailiyan jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar û 132 Îsraîlî birîndar bûn. Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê de 2 hezar 360 zarok û hezar 202 jin jî di nav de 5 hezar û 791 kesan jiyana xwe ji dest dan, 16 hezar 297 kes jî birîndar bûn.