Ji sedî 40'ê kesên ku li Xezayê de hatin kuştin zarok in

  • 12:24 26 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Raportora Taybet a Filistînê ya NY’ê, diyar kir ji sedî 40’ê kesên ku di bombebarana li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest dane zarok in.
 
Raportora Taybet a Filistînê ya NYê Francesca Albaneseyê, li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê der barê rapora ku têkildarî zarokên Filistînî pêşkêşî Lijneya Giştî kir de, agahî da rojnamevanan. Francesca Albanese wiha axivî: "Bombebarana bênavber a hezên Îsrailê ya li ser Xezayê ji niha ve, bû sedema mirina 5 hezar û 700 kesan ku tê texmînkirin 5 qat zêdetir (ji windahiyên Îsraîlê) û ji sedî 40’ê wan zarok bûn. Gelo em di ferqê de çi diqewime? 15 hezar jî bi giranî birîndar hene.”
 
'Xwe nikarin xwe bigihînin av, xwarin, ceyran û dermanan'
 
Francesca Albanese dest nîşan kir ji 7’ê Cotmehê ku pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de ji nû ve dest pê kir vir ve, li Xezayê 1,6 milyon Filistînî ji cih û warên xwe bûn û bal kişand ev kesan nikarin xwe bigihînin av, xwarin, ceyran û dermanan.
 
'Travma û wêranî nikare bê pênasekirin’
 
Francesca Albanese wiha got: "'Travma û wêranî nikare bê pênasekirin. Dojeha ku gelê Xezayê niha dijî, ji bo me hemûyan, li ser hemû welatên endamên NY’ê û bi taybetî ji bo yên ku xwedî hêza sekinandina vê yekê ne û pêşî li vê yekê nagirin lekeyek e.” Francesca Albanese bal kişand ser bomberdûmana duh a ji aliyê Îsraîlê ve hat pekanîn û da zanîn gelê Filistînê di dîroka xwe de yek ji rojên herî kujer dijî. Francesca Albanese wiha axivî: “Zarokek ji Rafayê vê sibehê ji min re got şeva borî şeva herî xirab a jiyana wî/wê bû û got li herêma ew li dijî bi sedan kes hatine qetilkirin.”
 
'Rapora min bal kişand ser kesên li paş xwe mane'
 
Francesca Albanese ya got, "Ez tundiya ku Îsraîlê li dijî gelê Xezayê daye destpêkirin şermezar dikim” û da zanîn ku ji ber tiştên Hamas û hezên din dikin, cezakirina hemû Filîstiniyên herêmê “li dijî hiqûqê” ye. Francesca Albanese wiha axivî: “Rapora min balkişand li ser dagirkeriya mêtinger a niştecihên Îsraîlê ye, dê bi nifşan bandora li ser zarokan li axên Filistînê yên di bin dagirkeriyê de û jiyankirina bi awayekî ewlehî û rûmetê bêpar dihêle.”
 
'Hezar û 534 zarokên Filistînî hatin qetilkirin, 13 hezar zarok hatin girtin'
 
Francesca Albanese diyar kir ji sala 2008’an heta 72ê cotmehê hezar û 534 zarokên Filistînî di encama êrîşên Îsraîlê de hatine qetilkirin û 32 hezar û 175 zarokên Filistînî jî birîndar bûne. Di heman demê de 25 zarokên Îsraîlî jî di encama êrîşên dijber de hatine qetilkirin û 524 jî birîndar bûne. Francesca Albanese herwiha diyar kir ku " Hi sala 2000’an vir ve 13 hezar zarokên Filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine girtin, lêpirsîn û bi awayekî hovane hatine binçavkirin." Francesca Albanese da zanîn zarokên Fîlîstînî jê dipirsine: "Çima em hîn kêmtir mirov in? Ma em kêmtir bi qîmet in?" û wiha got:
 
"Di rojên borî de serpelek Îsraîlî yê dagirkeriyê, diyar kir hejmara zarokên Filistînî yên di encama operasyonên ji bo jiholêrakirina terorîstan de bi tesadûfî jiyana xwe ji dest didin, ne girîng e. Her wiha divê em daxuyaniyek wî yê ku zarok û dayik û bavên Filistînî wek terorîst pênase dike û îdia kir li Îsrailê mertalên zindî gelek zêde tên ditîn jî, bi bîr bînin.”