Konferansa Ciwanan a Cîhanê dê bê lidarxistin

  • 15:19 26 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera 3-5’ê mijdarê de li Parîsê dê bi tevlibûna zêdetirî 300 aktîvîstên ji zêdetirî 60 welatan “Konferansa Ciwanan a Cîhanê” bê lidarxistin. 
 
Konferansa ciwanan a navneteweyî piştî Amed û Kobanê îcar jî dê li paytexta Fransayê Parîsê bê lidarxistin. Konferans, ji hêla torên “Ronahî” û “Ciwan Dîrokê Dinivîsin” ve tê organîzekirin û dê di 3-5’ê mijdarê de bê lidarxistin. Tê payîn ku ji zêdetirî 60 welatan bi ser 300 aktîvîstan tev li konferansê bibin. Hat diyarkirin ku konferans bingeha xwe ji konferansên di salên 2015 û 2019’an de li Kobanê hatin lidarxistin digire û armanca wê ew e ku hemû ciwanên cîhanê bigire nav xwe. Dirûşma konferansê jî weke “Em ê dîrokê binivîsin-pêşî li têkoşîna azadiyê ya ciwanan nayê girtin” hate diyarkirin. 
 
Li dora nirxên hevpar rêgezên xwe ava bikin. 
 
Armanca ji konferansê ew e ku ciwan ji rojevên cîhanê bên agahdarkirin, tecrûbeyên heyî bên parvekirin, bibin aktoreke sereke û çalak, di siyaseta cîhanê de bibin xwedî gotin û li dora nirxên hevpar rêgezên xwe ava bikin. 
 
Mijarên wê bên nîqaşkirin
 
Di konferansê de dê ciwan û encamên şêweyê jiyana lîberal, têgeha zayendê, pirsgirêkên ekolojiyê, faşîzm û milîtarîzm, perwerde, di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ciwanên Rojhilata Navîn, pirsgirêkên aboriyê, koçberî, dîroka ciwanan, enternasyonalîzm, azadî, mafên penaberan ên gelên di bin dagirkeriyê de û pirsgirêkên jinên ciwan bên nirxandin. 
 
Rêxistinên wê tevli konferansê bibin
 
Arran (Katalonya) - Poder Popular (Arjantîn) - Ciwanên MSD’ê (Sûriye) - YXK/JXK, Yekitiya Xwendekarên Kurd - Anakbayan (Fîlîpîn) – Partiya Komunîst a Sudanê - Retomada Aty Jovem (Guarani ve Kaiowa halkları; Brezîlya) - Youth For Climate France - Ernai (Welatê Baskê) - Trinacria (Sîcîlya) - Middle East Youth Initiative - Lista Demokraticnega Studentstva (Slovenya) - Sosialistisk Ungdom (Norveç), PEPS, Pour une Ecologie Populaire et Sociale (Fransa), Abahlali baseMjondolo (Efrîqaya Başûr)
 
Di heman demê de dê gelek delegasyonan li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal dîmen parve kirin û gotin ku dê tev li konferansê bibin. 
 
Rêgezên sereke yên konferansê wiha ne: 
 
Xweseriya ciwanan: Ji bo bihêzkirina perspektîf û înîsiyatîfa her yekî, dê konferans ji bo ciwanan bê lidarxistin. ‘Em nifşê dawî ne, înîsiyatîfa me dê qedera me diyar bike’ dirûşma konferansê ye. 
 
Azadiyê jinê jin, jiyan, azadî: Ji bo têkoşîna li dijî zextên ser jinan, konferans balê dikişîne ser ku pêdivî bi avakirina perspektîfeke azadiyê ya hevpar heye. Armanca me ew e ku ji bo tundî û kedxwariya li dijî jinên ciwan tê kirin bersivekê bibînin, peywendiyên bi jinên ciwan re xurt bikin û firsendekî pêşkeş bikin ku da ku nasnameya xwe jinûve bibînin. 
 
Ji bo civakeke demokratîk: Lêgerînên alternatîfên şêmber ên li dijî kapîtalîzmê, di nava tevgerên şoreşger çep de tu carî winda nebû. Lê belê ji ber nediyariya di hedefa esasî de û ji ber kêmasiya stratejiyê, heta niha gelek zehmetî bi xwe re anîn. Li ser vê mijara spesîfîk, komîteya organîzasyona konferansê vê analîzê parve dike; ‘Piştî neserkeftîbûna sosyalîzma rasteqîn, mîta ‘dawiya dîrokê’ derket holê. Îdia dike ku kapîtalîzm ji bo civakê çareseriya tekane û jêneveber e û hewldanên ji bo avakirina alternatîfa wê vala ye. Em îro dibînin ku ev rast nîne, heta ji bo têkşikandina hêviya civakê tenê stratejiyeke derew e. Em ji hev bi temamî îzole dijîn û hêza me ya cewherî-rêvebirinê ji destê me standin. Divê bi rastî jî em li ser bisekinin ku civaka xwe demokratîk bikin, bi hev re di nava peywendiyan de bin û azad bibin.” 
 
Bernameya konferansê
 
Roja yekemîn 
 
Rûniştina destpêkirinê, peyamên bi dîmen ên li tevahiya cîhanê hatne kişandin 
 
Piştî nîvro 
 
Maseya Giover - "Di Lûtkeya Krîzê de – Fêmkirina Cîhana Roja Me.” 
 
Şev 
 
Bernameya Çandî 
 
Roja duyemîn
 
Rûniştina Atolyeyê
 
Piştî Nîvro
 
Rûniştina Atolyeyê, Semînera “Jinên Ciwan Dîrokê Dinivîsin” 
 
Şev
 
Bernameya Çandî 
 
Roya Sêyemîn
 
Maseya Gilover “Em ê Dîroka Jinên Azad Binivîsin”
 
Piştî Nîvro
 
Maseya Gilover “Ji bo Pêşerojeke Azad - Avakirina Yekitiya Ciwanên Cîhanê” 
 
Encam û Pêşkeşiya Fînalê