Di qezaya Misirê de 32 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 14:04 28 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Buheyra yê Misirê gelek erebe li hev qelibîn, di encamê de 32 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn.
 
Li gorî rojnameya El Ehram, di encama qezayekê de ku gelek erebe li ser rêya bajarê Buheyra yê Misrê li hev qelibîn, 32 kes mirin û 63 kes jî birîndar bûn.
 
Li gorî agahiyên destpêkê, li rê zeyt ji erebeyekê herikiye, di encamê de gelek erebe li hev qelibîne û agir bi hinan ketiye.