Di êrîşên li ser Xezayê de 35 rojnamegerî jiyana xwe ji dest dan

  • 12:14 30 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara rojnamegerên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê vir ve li ser Xezeyê didomin de jiyana xwe ji dest dane bû 35.
 
Hejmara rojnamegerên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê zivala xezayê piştî operasyona Hamasê ya bi navê 'Tofana Eqsayê' di 7’ê Cotmehê de pêk hat de jiyana xwe ji dest dan zêde dibe.
 
Ofîsa Ragihandinê Hikûmetê ya Xezayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 35 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane.
 
Di daxuyaniyê de lîsteyek ku navê 35 rojnamegerên jiyana xwe ji dest dan, tê de hat weşandin. Di pevçûnên ku li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê derketin de, di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de rojnamevanekî Lubnanî jiyana xwe ji dest da.