Israîlê êrîşî kampa penaberan kir

  • 12:45 5 Mijdar 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Israîlê li Xezayê êrîşî kampa penaberan kir û di cemê de 51 kesî jiyana xwe ji dest da.  
 
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (Wefa), duh êvarê Israîlê Kampa El Mexazî ya penaberan ku li navarasata Xezayê yebombebaran kiriye. Di encama bombebaranê de  hat diyarkirin ku 51 kes hatine kuştin, bi dehan jî birîndar hene.
 
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref El Qedra bêyî ku hejmareke zelal bide, anî ziman ku di encama “Komkujiya El Mexazî” de hejmareke mezin a kesan hatine kuştin, gelek kes jî bi girîanî birîndar bûne. Herwiha hat diyarkirin ku piraniya kesên hatine kuştin jî jin û zarok in.
 
Israîlê hefteya borî jî Kampa Cibalya ya li bakurê Xezayê bombebaran kiribû, di encamê de 195 kes hatibûn kuştin, 777 birîndar bibûn, 120 kes jî winda bibûn.