Jinên ciwan: Em ê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin

  • 17:39 5 Mijdar 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ciwan ên di Yekemîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê de hatin cem hev gotin: “ Ji bo dawî li dîlgirtina Abdullah Ocalan bê anîn. Em ê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bînin, me hêza xwe kir yek!"
 
Jinên ciwan ên ku di roja 3’yemîn a Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya ku li paytexta Parîs a Fransayê tê lidarxistin de hatin cem hev, têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyamek weşandin.
 
‘Abdullah Ocalan rê li ber azadiya me vekir’
 
Di peyamê de wiha hate gotin: "Îro em jinên ciwan ên ji çar aliyên cîhanê di yekemîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê de hatin cem hev. Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan li vir radiwestin. Em li cîhanê li azadî û aştiyê digerin. Em ji bo cîhanek ji baviksalarî, kapîtalîzm û zilmê rizgarkirî têdikoşin. Abdullah Ocalan rê li ber azadiya me vekir. Abdullah Ocalan paradîgmaya nû ya Konfederalîzma Demokratîk ku pergala cîhanê ya li ser bingeha azadiya jinê, ekolojî û demokrasiyê pêşniyar dike, pêşkêş kir. Abdullah Ocalan ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyar kir; Bi fikrên xwe ji bo nakokiyên ku li Rojhilata Navîn dewam dikin û herî dawî jî ji bo afirandina cîhaneke demokratîk çareseriyek peyda kiriye.”
 
‘Berpirsyariya me pêşengiye’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “ Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, di demên kaotîk û nakokiyan ku em di nav de derbas dibin, Abdullah Ocalan çirûskek hêviyê pêşkêşî me kir. Xwedî wê potansiyelê ye ku pergala cîhanê ya heyî hilweşîne û cîhanek ku civakên bi rastî exlaqî-polîtîk tê de cihê xwe di modernîteya demokratîk de bigirin ava bike. Wezîfeya me ya îro ew e ku em nirxên exlaqî-polîtîk li civakê vegerînin û di perwerdehiya alternatîf a civakê de weke ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin, bi rola pêşengtiyê rabin. Abdullah Ocalan rê li ber me vekir ku em erk û mîsyona xwe bi cih bînin û azadiyê bibînin. Yê ku jineolojî, ango zanista jin û jiyanê pêşniyar kiriye ew e. Ew her saet û her deqîqe bi mêrê serdest di hundurê xwe de têdikoşe. Bi her pêngava xwe ji bo azadiya jinê têdikoşe. Bi taybetî jinên ciwan di vê paradîgmayê de rola pêşeng dilîzin.”
 
‘Divê em azadiya wî pêk bînin’
 
Di berdewamiyê de hat diyar kirin ku weke jinên ciwan xwedî erkek wisa ne ku divê li dijî tecrîda girankirî ya NATO û hêzên din ên navneteweyî li ser Abdullah Ocalan ferz dikin rawestin û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin û ev tişt hat gotin: “Abdullah Ocalan 25 sal in bi tecrîd û êşkenceya dijmirovahî tê mehkûmkirin. Dewleta Tirk a dagirker û hêzên navneteweyî bi hevkarên xwe yên herêmî ku weke xayin pênase dikin, hewl didin vê êşkenceya tecrîdê asayî bikin. Ji roja destpêkirina komploya navneteweyî ve ku Abdullah Ocalan tê de dîl hate girtin, êşkenceya tecrîdê bêhtir rêxistinbûyî û sîstematîktir bûye. Hêzên navneteweyî yên komploger hewl didin hemû têkiliyên Abdullah Ocalan ên bi cîhanê re bi awayekî ku di dîrokê de mînakên wê nîne, qut bike. Ji sala 2011’an û vir ve hevdîtina bi parêzeran re û di sala 2015’an de jî dema ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd dest pê kirin, bi malbat û heyetan re hatin qedexekirin. Astengkirin û pêkanînên keyfî yên ku li cîhanê li dijî tu girtî nayên sepandin, li ser Abdullah Ocalan tên meşandin. Cezayên dîsîplînê yên keyfî û qedexeyên serdanê tên dirêjkirin û daxwazên hevdîtinê bi awayekî keyfî tên redkirin. Bi pêvajoya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re li Îmraliyê rejîmeke tecrîd û êşkenceyê ya derqanûnî û bêexlaqî hate avakirin û pêşî li Kurdistanê û piştre li tevahiya Tirkiyeyê belav bû.”
 
‘Hevkarên mezin sazî û dewletên Ewropayê ne’
 
Daxuyanî wiha bidawî bû: “Hevkarên herî mezin ên vê îşkenceyê dewlet û saziyên Ewropayê ne. Dewletên Ewropayê yên ku parêzvanên demokrasî û mafên mirovan in, hemû pêkanînên faşîzma AKP-MHP'ê yên li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî li Îmraliyê bi bêdengî dipejirînin û bi her awayî hevkariya xwe ya di asta herî jor de didomînin.
 
Em ê li hemberî tecrîda îro ya dewleta Tirk a li ser Abdullah Ocalan dide meşandin, bêdeng nemînin. Em daxwaz dikin ku demildest tecrîd bê rakirin û tavilê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê! Tevî ku em li vir bi hev re bin jî, em ê têkoşîna xwe ya li hemû cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bidomînin. Ji Parîsê heta Fîlîpînan, ji Kolombiyayê heta Sîcîlyayê û ji Malî heta Hindistanê. Weke jinên ciwan ên ji çar aliyên cîhanê, ji bo dawî li dîlgirtina Abdullah Ocalan bê anîn, me hêza xwe kir yek! Ji bo azadiya xwe û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, em ê di têkoşîna xwe de hemû berdêl bê dudilî bidin. Jin jiyan azadî! Serbixwe azadî! Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî!”