Têkiliya bi nexweşxaneya Şîfa ya Gazzeyê re qût bû

  • 11:23 12 Mijdar 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku têkiliyan wan a bi Nexweşxaneya Şifayê RE qut bûye û anî ziman ku êrişên Israîlê yên li dijî dora nexweşxaneyê didomin.  
 
Êrişên Israîlê yên li dijî Xezayê duh bi şev heya îro serê sibê berdewam kirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku têkiliya wan a bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bûye û xwest agirbest were îlankirin. 
 
Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Ghebreyesus li ser hesabê fermî yê X’yê daxuyanî da û anî ziman ku nexweşxane tim rastî êrişan tê û rewşeke xeternak heye. Ghebreyesus, da zanîn ku li gorî raporên gihaştine ber destê wan derdora nexweşxaneyê bi tangan hatiye dorpêçkirin û kesên dixwazin derkevin û birevin tên birîndarkirin an jî tên kuştin.