Hat piştrastkirin ku aktivîsta aştiyê Vîvîan hatiye kuştin

  • 16:18 15 Mijdar 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyan aktivîsta aştiyê Vîvîan Silver ku dihat fikirîn ku ji aliyê Hamasê ve dil hatiye girtin hatiye kuştin. Vîvîan Silver li Beeri Kibutzuna jiyana xwe didomand.
 
Aktivîsta aştiyê Vîvîan Sîlver ku dihat texmînkirin di nava kesên ji aliyê baskê çekdar ê Tugayên Îzedîn el-Kassam û komên din ên Filistînî ve di 7’ê Cotmehê de dîl hatiye girtin, derket holê ku di êrîşa yekem de hatiye qetilkirin.
 
Daxuyaniya ku ji aliyê Global Affairs Canada ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Weke hikumeta Kanadayê, ji ber mirina hemwelatiya Kanada- Îsraîlê Vîvîan Silver em gelek xemgîn in.” Serokkonsolosê Torontoyê yê Îsraîlê Idit Shamir mirina Vîvîan Silver li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kir û piştrast kir û mirina wê weke ‘trajîk’ bi nav kir got: “Dilê me li gel malbat û hevalên wê ye.” Vîvîan Silver ku di platforma mafên jinan Women Wage Peace (WWP) dixebiti li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyama “Dilê me parçe bû.” dabû.
 
Vîvîan Silver ku li bajarê Winnipeg ê Kanadayê ji dayik bûye, di salên 1970’yan de li Îsraîlê bi cih bûbû parêzvaniya mafên mirovan dikir. Vîvîan Silver a 74 salî ku hemwelatiya Kanada- Îsraîlê ye, li Beeri Kibutzunda ya nêzî sînorê Zîvala Xezayê û Îsraîlê jiyana xwe didomand. Vîvîan Silver ku endama lijneya rêveberiya berê ya B’T selem a rêxistina mafên mirovan a herî mezin a Îsraîlê bû. Di van demên dawî de komek li dijî dagirkeriyê bal kişandibûn ser jinan yek ji pêşenga Women Wage Peace ye. Vîvîan Silver, li Şeriaya Rojava di peravên deryaya Urdunê de di sala 2017’an de di meşa ku ji bo aştiyê hatibû li darxistin de, êrişa Îsraîlê ya li ser Xezayê û qetilkirina sivîlên Filistînê şermezar kiribû.