Cezayê girtîgehê li Hamîda Zareyî hat birîn

  • 15:19 18 Mijdar 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta Hemîda Zareyî ya ku di meha Hezîranê de ji ber hinceta li dijî qanûna hicaba ferzkiri derketiye salek cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Dadgeha Şoreşê ya Şaxê ‘emîn a Kercê, ji ber redkirina hicaba ferzkirî, salek cezayê girtîgehê li xwendekara masterê ya rêveberiya aborî ya zanîngeha zanist û lêkolînê Hamîda Zareyî birî. Çalakvana ku ji ber sûcê "propagandaya li dijî rejîmê" 1 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, 2 sal qedexeya medya dijîtal û 2 sal jî hepsa malê lê hat birîn.
 
Çalakvana ku ji ber hinceta ku hîcab nedaye serê xwe derneketibû dadgehê, ji meha Hezîranê ve li Girtîgeha Kaçuyî ya Karazê tê girtin.