Li Nexweşxaneya Şîfayê hertişt qediya!

  • 10:23 19 Mijdar 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - WHO'yê têkildarî Nexweşxaneya Şîfayê ya dibe hedefa êrişên Îsraîlê axivî û wiha got: “Av, xwarin û sotemenî tune ye. Alav û amûrên tibî jî nemane.”
 
Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê didomin. Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku Nexweşxaneya Şîfayê ya li Xezayê ku dibe hedefa êrişên Îsraîlê êdî nikare xizmetê bike.
 
Tedros Adhanom Ghebreyesus têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal a X’ê diyar kir ku peywira ku xetereyeke meizn di xwe de dihewîne bi pêşengtiya şandeya nirxandinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li Nexweşxaneya Şîfayê tê meşandin. 
 
Tedros Adhanom Ghebreyesus ev agahî parve kir: “Şandeyê dît ku êdî nexweşxane nema dikare xizmetê bike. Av, xwarin û sotemenî nema ye. Alav û amûrên tibî jî qediya ne. Xebatkarên tenduristiyê xwestin ku nexweşên ku êdî nema dikarin alîkariya jiyanî wergirin ji wir derxînin.”